Amadekariyên pîrozbahiyên 8'ê Adarê bi dawî bûn 2024-03-07 16:24:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Amedekariyên jinan a pîrozbahiya 8'ê Adarê li gelek bajaran bi dawî bû û jinan di çalakiyên xwe de banga tevlîbûna mîtîn û çalakiyên ku sibê bê lidarxistin kir.    8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê sibê li gelek navendan bi çalakiyên cûr bi cûr were pîrozkirin. Jin ji bo çalakî û aktîvîteyan îro jî li qadan bûn.    Şirnex    Jinên ku namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kûtlû di nav de ewilî serdana dayika Fatma Ûyar a di sala 2016’an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiyayê hate îlankirin de jiyana xwe ji dest da, Hatîce Ûyarê kir. Kûtlû ya di serdanê de axivî, wiha got: “Bi boneya 8’ê Adarê li ser navê dayikên kedkar ên di nava siyasetê de cih digirin me ewilî serdana Hatîce Ûyarê kir. Em li ser navê Sara, Pakîze, Leyla, Sêvê, Fîdan, Fatma û hemû jinên me yên qehreman qûrnefîla xwe didin dayika Hatîce.”   Jinan pişt re li taxên Bahçelîevler, Ataturk û Gaziyê serdana jinên dikandar kirin û qûrnefîl belav kirin. Jinan ji bo mitînga 8’ê Adarê ku dê sbiê li Cizîrê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Li navçeya Cizîrê jî bi tevlibûna namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Cizîrê Guler Tûnç Yerbasan, aktivîstên TJA’yê û Meclisa Dayikên Aşitiyê li taxên Sûr, Nûr, Cudî û Banê Xanê ji jinan re belavok hatin belavkirin û jin vexwendin mitînga ku dê sibê saet di 13.00’an de li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê bê lidarxistin. Di dema belavkirina belavokan de jinan her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Di mitîngê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan û parlamantera bajêr Newroz Uysal Aslan biaxivin û hûnermend Rojda Atlag û Koma Aryen derkevin ser dikê.    Amed    Di pêşengtiya TJA’yê de ji bo mitînga 8’ê Adarê ya dê sibê li Amedê bê lidarxistin li bajêr belavok hatin belavkirin û jin vexwendin mitîngê.    Rêxistina DEM Partiyê ya Peyasê û TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan de serdana tekstîlan kir û belavok belavkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Peyasê Leyla Baran, namzeta hevşaredariyê ya Peyasê Bêrîvan Sîncar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Gelan Nesîbe Harran û namzetên meclisa şaredariyê tev li serdanê bûn.    Jinên beşdarî aktîvîteyê bûn pêşmalkên ku li ser “Jin jiyan azadî” dinivîsî li xwe kirin û kolan kolan geriyan. Jinan jinên dikandar û li kolanan vexwendin mitînga 8’ê Adarê ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin. Ji jinan re belavok û alên ku li ser “Jin jiyan azadî” dinivîsî hatin dayîn.    DEM Partiyê li navçeya Sûr a Amedê jî têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê banga mitîngê kir û belavok belavkirin. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzeta hevşaredariyê ya Sûrê Gulan Onkol, TJA, rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê û namzetên meclisa şaredariyê.    Çewlîg    Rêxistina DEM Partiyê ya Kanîreşê bi boneya 8’ê Adarê li avahiya xwe bernameyek li dar xist. Namzeta Hevşaredariyê ya Kanîreşê Zuhre Eroglû û gelek jin tev li bernameyê bûn. Di bernameyê de her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Eroglû ya li vir axivî, diyar kir ku dê di 1’ê nîsanê de bi jinan re serbikevin û feraseta serwer a zilaman bi hev re hilweşînin. Eroglû, anî ziman ku weke tevgera jinên kurd, pergaleke ku ji jinên cîhanê re bibe mînak ava kirine û wiha got: “Dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrişî Rojava dike, ji ber ku li wir destkeftiyeke jinan a gelekî mezin heye û ev yek wan aciz dike. Têkoşîna azadiyê ya jinan di kesayeta Rojava de ji bo hemû jinên cîhanê bû rol model. Em jî nûnerên vê kevneşopiyê ne.”   Aktîvîte bi gerandina govendê ya piştî axaftinan bi dawî bû.    Êlih   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan li Êlihê li Parka Jinê ya 8'ê Adarê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Parlamentera DEM Partiyê  ya Êlihê Zeynep Oduncu, Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê ya DEM Partiyê Gulîstan Sonûk û aktîvîstên TJA'yê hatin cem hev û li Kolana Gulîstanê meşiyan. Di meşê de jinên bi cil û bergên netewî yên Kurdî bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Jinên ku li ser rê belavok belav kirin, hata ber buroya hilbijartinê ya navendî ya DEM Partiyê meşiyan, stran gotin û dirûşim berz kirin   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, dê sibe ji bo axaftinê tevli mîtînga ku dê saet di 10'an de bê li darxistin bibe û  hunermend Ruken Yilmaz û Dengbêj Xalîde jî wê  stranên xwe pêşkêşî jinan bikin.   Wan   Jinên TJA'yî di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li kolanên herî qelebalix ên bajêr meşiyan û ji bo mîtînga 8'ê Adarê sibe li Parka Aştiyê ya Musa Anter bê pîrozkirin bang kirin.  Parlamenter, namzet û siyasetmedarên DEM Partiyê, nûnerên saziyên jinan û aktîvîstên TJA'yê tevlî meşê bûn. Ligel astengiya polîsan jî jinan meşa xwe berdewam kir. Piştî meşê jinan berê xwe da avahiya DEM Partî ya bajêr li vir jî govend gerandin û dawî li çalakiya xwe anîn.