Tulay Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir 2024-03-07 15:54:12       NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku Nobeda Edaletê ziyaret kir got: "Em hemû hêzên navneteweyî bi taybetî CPT vedixwînin seferberiyê da ku îşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li Îmraliyê dewam dike bi dawî bibe."   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.    Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Amed    Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezana Amedê di roja 94'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, serdana nobedê kir. Her wiha parlamenter Adalet Kaya, û Halîde Tûrkoglu, namzetên hevşaredariyê yên bajar û navçeyan û aktîvîstên jin jî serdana nobedê kirin.    Tulay, kulîl û lacikên spî diyarî dayikên nobedar kir.    Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray axivî û bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser civakê û li ser girîngiya çalakiya Nobeda Edaletê rawestiya.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê ya ku di meha sibatê de pêk hatî û got: “Li çar aliyê welat niha çalakiya Nobeda Edaletê heye. Divê her kes çalakiya bi rûmet bibîne û bibhise." Tulay, diyar kir ku em ê bibin partiya muzakere û demokrasiyê û wiha bi lêv kir: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her tim em axivîn. Bila kurdan weke depoya dengan neb3inin. 40 sal in bi sed hezaran mirov diêşin, dayik digirîn, bajarên me hatin valakirin. Bersiva herî bi hêz dê ji hêla hêzên demokrasiyê ve bê dayîn. Em careke din li pêşberî dayikên Nobeda Edaletê bang dikin; ji bo çareseriya pirsgirêka kurt diyalogê dest pê bikin.    Em dizanin ku CPT berê çûbû Îmraliyê. Lê belê tu rapor bi raya giştî re parve nekirin. Em li bendê bûn ku CPT di demeke nêz de serdana Îmraliyê birêz Ocalan bike, lê ev yek pêk nehat. Em bang li hemû hêzên navneteweyî û di serî de CPT dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hestiyar bin û bin. Her wiha em bang li heman rêxistinan dikin ku ji bo bidawîkirina îşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li Îmraliyê ya li dijî mirovahiyê û hiqûqê ye, her kesî seferber bikin.   Careke din we dayikên me yên hêja silav dikim, bi rêz û hezkirin em ê teqez bi ser bikevin. Tiştek ji destê têkoşîn û rêxistinbûnê xilas nabe. Em ê vê civakê biguherînin, pirsgirêka kurd çareser bikin, em ê li vî welatî komareke demokratîk ava bikin ku hemû maf wek hevwelatiyên wekhev bijîn. Heta ku em vê nîzamê ava bikin wê têkoşîna me ya demokratîk bidome.”   Halîme Topuz a ku li Nobeda Edaletê bû bang li Wezîrê Edaletê, Serokomar û CPT'yê kir û got, "Di zûtirîn dem de bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û tecrîda li ser wî rakin." Topuz, anî ziman ku heta tecrîd bê rakirin dê nobeda Edaletê bidomînin.   Êlih    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin bi serdanan berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin.