‘Tecrît ne li gor hiqûqê ye’ 2024-03-07 15:19:50     ÎDIR -  Nûnertiya ÎHD’ê ya Îdirê, ji bo bertek nîşanî lêpirsînên ku der barê kesên ku ji girtiyan re pere şandine hatin destpêkirin, daxuyanî da.   Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îdirê, ji bo bertek nîşanî lêpirsînên ku der barê kesên ku ji girtiyan re pere şandine hatin destpêkirin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Tevî endamên ÎHD’ê, gelek jin, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) e Îdirê Yilmaz Hûn jî beşdarî civînê bûn.    Parêzer Ercan Savaş daxuyaniya hevpar xwend. Piştre parlamenter Yilmaz Hûn axivî û bal kişand ser tecrîdê.    Yilmaz, her wiha bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye û di roja 102’an de ye û Nobeda Edaletê ya ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin û diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin.    Yilmaz, anî ziman ku daxwaza girtiyan ev e û bi lêv kir ku divê civak bertek nîşan bide. Yilmaz, wiha domand: “Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Divê zext û polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 36 meh in tu agahî jê nayê girtin. Ev rewş ne li gorî hiqûqê ye. Ev rewş hem ji aliyê hiqûqa Tirkiyeyê û hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nayê qebûlkirin. Divê demildest ev yek bi dawî bibe. Divê polîtîkayên tecrîd û zextê yên li ser civakê bi dawî bibin. Bingeha van pirsgirêkan di pirsgirêka kurd de ye.”