MKG û DFG'ê ji rojnamegerên girtî re kart şandin 2024-03-07 15:16:06     WAN - MKG û DFG’ê ji rojnamegerên jin ên girtî re kart şandin û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li rojnamegerên jin pîroz kirin.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên a Cîhanê de ji jinên rojnameger ên girtî re kart şandin. Gelek rojnamegerên jin tevî namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Neslîhan Şedal, Tevgêra Jinen Azad (TJA) û Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt beşdarî çalakiyê bûn.    'Têkoşîna li dijî zimanê mêr'   Endama MKG'ê Zelal Tunç ku li vir axaftinek kurt kir, diyar kir ku rojnamegerên jin jî mîna hemû jinan bi tundiyê re rû bi rû ne. Zelalê bi bîr xist ku 9 rojnamegerên jin di girtîgehê de ne û destnîşan kir ku ew weke MKG li dijî zimanê mêr ê çapemeniyê têdikoşin. Zelalê diyar kir ku bi dehan jin dê 8'ê Adarê di nava çar dîwaran de pêşwazî bikin û got, "Jin li her derê li dijî van zext û zîhniyeta mêr têkoşîna xwe mezin dikin. Ez 8'ê Adarê Roja Jin a Cîhanê li jinên dîl pîroz dikim."   'Rojnamegerên ku rastiyê tînin ziman tên hedefgirtin'   Neslîhan Şedal ku di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir, got, "Jin li hemberî paşverûbûna rastiya civakî têdikoşin. Jin li her qadê berxwedana xwe mezin dikin, rojnamegerên jin jî ji bo rastiyan ji raya giştî re ragihînin têdikoşin. Rojnamegerên jin mîna  kesên wekî Deniz Fırat û Nagihan Akarsel, ji ber şopandina rastiyê hedef tên girtin. Heta ku têkoşîna me ya jinan bi ser bikeve em ê bibin dengê hevalên xwe yên li girtîgehê."   Gulşen Kurt a herî dawî axivî jî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên girtî pîroz kir.