Li Başanê şahiya 8'ê Adarê 2024-03-07 14:35:26     ÎDIR - Bi boneya 8’ê Adarê li navçeya Başan a Îdirê şahiya jinan hat lidarxistin û namzeta Hevşaredariya Başanê Alya Akkûş di şahiyê de axivî û got: “Em ê Başanê bikin bajarê jinan.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navçeya Başan a Îdirê şahiya jinan li dar xist. Şahiya ku li ber buroya hilbijartinê hat lidarxistin de rêveberên navend û navçeyê û gelek jin amade bûn. Tevî baranê beriya axaftinan govend hat gerandin.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îdirê Oya Malgaz ku piştî govendê ewil axivî, bal kişand ser 8’ê Adarê û destnîşan kir ku têkoşîna jinan ji wê rojê heta niha dewam dike. Oya, bi lêv kir ku di civaka ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin de wekhevî heye û wiha domand: “Piştî ku mêr dest danîn ser rêvebiriyê şer û xizanî dest pê kir. Ji ber vê yekê partiya me, paradîgmaya me TJA pêşengiya jinan dike. Xwedî paradîgmayek e ku civakê bêyî ferqa ol, ziman û nijad nîşan dide. Di dîrokê de hemû jinan di her têkoşînê de bi ser ketine. Em li Îdirê dengên herî zêde ji jinan distînin. Hilbijartinên didin qezenckirin. Jin mohra xwe li hilbijartinan dixin. Jin di sala 2015’an de jî li kuçe û kolanan bûn. Jinan dora xwe birêxistin dikirin. Em vê yekê di vê hilbijartinê de jî dibînin. Li cihên ku em nikarin xwe bigihînin li ser navê partiyê bila jin xebatê bikin. Çawa ku berê bi ser ketin em ê di vê hilbijartinê de jî bi hêza jinê bi ser bikevin.”   ‘Em ê Başanê bikin bajarê jinan’   Herî dawî namzeta Hevşaredariyê ya Başanê Alya Akkûş Karahan jî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û diyar kir ku ji ber dîtina ev qas jinê kêfxweşiyê daye wê. Alya, da zanîn ku 8’ê Adarê bi saya keda jinan heta vê rojê hatiye û bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya DEM Partiyê. Alya, anî ziman ku pergala hevserokatiyê di partiyên din de nîne û ev pergalek yekemîn e û got, “Em ê Başanê bikin bajarê jinan.”   Piştî axaftinan kulîlk li jinan hatin belavkirin û çalakî bi dawî bû.