Weqfa Jin diyariyên 8’ê Adarê li zarokan belav kir 2024-03-07 14:31:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî, bi boneya 8’ê Adarê diyarî li Baxçê Zarokan belav kir û zarok bi sitranan pêşwazî li 8’ê Adarê kirin.   Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî (Weqfa Jin) bi boneya 8’ê Adarê li Baxçê Zarokan ya girêdayî weqfê diyarî belav kir.   Li gel gelek karûbarên cûda yên ji bo jinan, Weqfa Jin ji bo perwerdekirina zarokan Baxçê Zarokan jî li Şengalê vekiriye. Di Baxçê Zarokan de zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî tê fêrkirin. Her wiha fêrî jiyaneke bi exlaq û tendûrist tên kirin.   Tevga Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê ji bo dilxweşkirina zarokan pêlîstik li Baxçê Zarokan ya navenda Şengalê belav kir.   Piştî belavkirina diyariyên 8’ê Adarê, zarokan hewlên li ser Êzdayetiyê gotin û jixwere lîstin.   Zarok jî spasiya diyariyan û mamosteyên xwe kirin û kêfxweşiya xwe ya ji hatina Baxçê Zarokan parve kirin.   Mamosteya zarokan Edlê Feysel Hemo diyar kir, ew zarokan fêrî ziman, çand û baweriya wan dikin û got: “Em çanda xwe fêrî zarokên xwe dikin. Ji ber zarok pêşeroja me ne, divê çanda xwe ji bîr nekin. Em dixwazin hejmara zarokan hîn zêdetir bibe, dê û bav zêdetir zarokên xwe bişînin Baxçê Zarokan. Gelek zarok ji ber betalî û bêperwerdehiyê bi telefonan mijûl dibin û zimanê xwe fêr nabin. Eger zarokên xwe bişînin, dikarin li gel zarokên din fêrî gelek tiştan bibin. Her wiha dê çand û baweriya Êzdayetiyê fêr bibin.”