Qadên wê 8'ê Adarê çalakî lê bên lidarxistin, tên xemilandin 2024-03-07 14:27:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê dikên çalakiyên 8'ê Adarê tên amadekirin.   Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê komîteyên amadekar ên çalakiyên 8’ê Adarê li gund, bajarok û bajarên herêmê dikên çalakiyan dixemilînin. Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên Şoreşa 19'ê Tîrmehê û şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, alên Kongra Star û YPG, YPJ'ê hatin li cihên şahiyan hatin daliqandin.