Xwendekarên Til Temirê 8’ê Adarê pîroz kirin 2024-03-07 14:23:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Îro xwendekarên amadeyî ên dibistana Ednan El-Malikî li navçeya Til Temirê, bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" 8’ê Adarê pîroz kirin.   Li gel xeteriya êrîşên dewleta Tirk û di bin gerîna balafirên keşfê de, xwendekarên amadeyî ên dibistana Ednan El-Malikî a navçeya Til Temir a Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.    Xwendekaran li ber stranan coşa 8’ê Adarê bi mamosteyên xwe re ligel gerandina govendê nêrînên xwe parve kirin.    'Ji bo mafê xwendinê divê hemû jin têbikoşin'   Endama Rêveberiya Dibistanan Bûşra El-Îsa 8’ê Adarê li Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha dom kir: "8’ê Adarê li giştî mamosteyên ku îro ked didin, ji bo ku dîrokê bi awayekî rast bi xwendekarên xwere bidin nasîn, pîroz be. Bi 8’ê Adarê re jinan dikarîbû mafê xwe di warê perwerdehî û xwendinê de bidest bixe. Ji lewra erka me ye ku em bikaribin piştgiriyê bidin xwendekar û mamosteyan da ku em jin û xwendekarên zana di warê teorîk û pratîk de ava bikin. Bidestxistina mafê perwerdehiyê girîng e ku jin hemû mafên xwe yê din nasbike û ji bo wê têbikoşe. Serkeftina civakê bi jina serkeftî re pêkan dibe. Ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk pêwîste her kes ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşe."   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.