Ji Koordînasyona Jinan a MSD'ê banga hevgirtinê 2024-03-07 13:19:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Jinan a MSD`ê bang li jinan kir ku heta doza jinan bi awayekî adil çareser nebin, jin nikarin mafên xwe bidest bixin.   Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya 8'ê Adarê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8'ê Adarê hemwextî destpêkirina biharê ye û ev têkiliya di navbera jinan û xwezayê de rave dike.   Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin ji destpêka dîrokê ve, jêdera îlhamê, afirandin ,dikare çareseriyan biafrîne,stratejiyên nû deyne û di guhertina demokratîk, nîştimanî û bidestxistina edaleta civakî de bibe hêzeke çalak.   Her wiha bang hat kirin ku biryar û qanûnên navneteweyî yên jinan ku mafên wê dabîn dikin, bi awayekî rastîn pêk werin û civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî jinan bîne cih. Di daxuyaniyê de hate got: "Tenê bi çareserkirina dozên jinan bi awayekî adil û giştî, dê çareserî pêk were. Em bawer in ku jina sûriyeyî dikare li hember aloziyê li ber xwe bide, li suryê çareseriyê bîne û yekitiya Sûriyeyê biparêze. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin bi mezinkirina têkoşînê û berdewamkirina berxwedanê bidomînin."