Li Mexmûr rêzeçalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin 2024-03-07 11:04:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di çarçoveya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavokan belav kirin.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, ji 1’ê mehê ve jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser linganin û rêzeçalakiyan li dardixin. Îro jî di pêşengtiya Meclîsa Îştar de li kolanên wargehê jinan belavokên 8’ê Adarê belav kirin. Di belavokan de gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên di derbarê 8’ê Adarê de û peyama pîrozbahiyê hatibû bicihkirin.   Berdevkên semtan li Meclîsa Gel kombûn, belavok girtin û li semtên xwe li jinan belav kirin û piştre jî jinên wargehê bi hilgirtina belavokên 8’ê Adarê li kolanên Mexmûrê dest bi belavkirina belavokan kirin.   Jinan bi belavkirina belavokan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemu jinan pîroz kirin.