Jinên êzidî bi rihe 'Jin jiyan azadî' li ber xwe bidin 2024-03-07 10:07:43       Cîlan Roj    ŞENGAL - Endama Meclîsa TAJÊ ya gundê Guhbel Zozan Simo û Endama Meclîsa TAJÊ ya navçeya Sinûnê Edûl Şemo, meşa ku hatî lidarxistin nirxandin û gotin: "Ev roj roja me ya berxwedan û tolhildanê ye. Em ê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ xwedî li keda xwe derkevin.”   Jinê êzidî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê hilînin tola 74 fermanan” meşeke girseyî duh li Sinûnê li dar xistin. Di meşê de alên TAJÊ û YJŞ’ê, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên jin, pankartên bi nivîsa, ‘Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, hilînin tola 74 fermanan’ bi zimanê kurdî û erebî hatin nivîsin hatin vekirin. Her wiha pankartek jî wêneyê dema fermanê ku li ser, ‘Ji bîr kirin xiyanet e’ hatiye nivîsîn jî hat vekirin.  Meşa ku li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir, heya çerxerêya Mam Zekî Şengalî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dewam dikir.   Endama Meclîsa TAJÊ ya gundê Guhbel  Zozan Simo û Endama Meclîsa TAJÊ ya navçeya Sinûnê Edûl Şemo tevlî meşê bûn, hest û ramênên xwe ji ajansa me JINNEWS’ê re anîn ziman.   'Jin xwedî li keda xwe derdikevin'   Edûl Şemo, diyar kir ku êdî jinên êzidî bindestî û koletiyê qebûl nakin û wiha hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Di serî de em 8’ê Adarê li Serok Apo, malbatên şehidan û li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin. 8’ê Adarê ji bo me rojek pîroz e. Jin xwedî li xwe derdikevin. Xwedî li keda xwe derdikevin. Li dijî zor û zehmetiyan û bindestiyê xwedî li nasnamayê  xwe derdikevin. Belê beriya fermanê jî ev roj li cem me dihat nasîn lê belê ne wekî niha bi fikr û ramanê serokatiyê me nasnedikir. Bi saya serokatiyê ev roj bêtir hat nasîn. Her wiha em jinên niha di destê DAIŞ’ê de mane 8’ê Adara van jî pîroz dikin. Me piştî fermanê li ser axa xwe, xwe carekdin xwe ava kir. Em ê êdî pêve xwedî li keda xwe derkevin. Em ê dîlgirtiyên di destê DAIŞ’ê de mayî rizgar bikin. Êdî jinên êzidî dagirkirin û koletiyê qebûl nakin. Divê di nav civakê de wekhevî û edalet hebe. Em 8’ê Adarê li Rojava pîroz dikin. Em berxwedana Rojava pîroz dikin.”   'Li hemberî dijminê xwe îro serî rakirin'   Zozan Simo, destnîşan kir ku divê hemû jin xwedî li keda xwe derkeve û wiha bi lêv kir: “Bi hatina gelek jinan em meşa xwe li dar dixin û ev meş ji bo me gelek girîng bû. Em ê di şahiyê de bi jinan re bicivin. Beriya her tiştî ez 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikim. Jin gelek zor û zehmetiyan re rûbirû mane, bi taybetî di dema fermanê de. Piştî fermanê 8’ê Adarê ji bo me bêtir girîng e. Ev roj ji bo me pîroz e. Jin bêtir ked dide, bêtir di nav hewldanan de ne ji ber vê jî 8’ê Adarê bû roja têkoşîn û berxwedana jinan. Jinan ji roja ku serê xwe rakir û têkoşîn da destpêkirin û heta roja îro bi berxwedanê hatine. Em ê şopdarên wan bin. Êşa me hemû jinan wek hev in. Her jinên cîhanê ji bo hemû jinên ku hatine qetilkirin û şîdetê re rûbirû mane rabûna ser piyan, 8’ê Adara wan pîroz dikim. Çawa mafê mêr heye ewqas mafê jinê jî heye û em wekheviyê daxwaz dikin. Li hemberî dijminê xwe îro jin serî rakiriyê dixebite. Piştî fikrê Rêber Apo li vîr pêşket jinên êzidî jî rabûn ser piyan û wek hemû jinan kar û xebatên xwe da meşandin û li ber xwe didin. Em dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ û em ê bi vê dirûşmê xwedî li keda xwe derkevin.”