'Sînor bên danîn jî em bi tilîliyên xwe bên gel hevdu' 2024-03-07 09:57:33     AMED - Aktivista TJA'yê Rojbin Sevil Çetin bi peyama têkildarî 8'ê Adarê ya ji girtîgehê şand wiha got:"Sînor bên danîn jî, dorpêçê li dû hev rêz jî bikin, derabeyan têxin navbera me jî em bi tilîliyên xwe bên gel hevdu. Em ê govenda xwe bigerînin."   Aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbin Sevil Çetin a li Girtîgeha Jinan a Amedê tê girtin bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyam şand. Rojbînê di peyama xwe de got serhildan herikbar e û qet nasekine.    Temamiya peyama Rojbînê wiha ye:   "Ez silavan ji jinên jiyanê bi kulma xwe diçînin re dişînim.... Ez silavan ji jinên li çiya, qadan, li ser kursiyan, li her qadê li dijî zilmê serî radikin, ji bo jiyanê azadiyê diqêrin re dişînim !   Em li dijî zihniyeta qirker li qadan e   Em 8'ê Adarê bi heman rihî pêşwazî dikin. Sînor bên danîn jî, dorpêçê li dû hev rêz jî bikin, derabeyan têxin navbera me jî em bi tilîliyên xwe bên gel hevdu. Em ê govenda xwe bigerînin. Em li dijî zihniyeta qirker li qadan e.   Ji bo agirê azadiyê em li qadan e   Li dijî îktidara destkeftiyên me ji holê radike, hafizaya me paqij dike em ê li mal, kuçe, qadan, zindanan li qadan bin. Li dijî zihniyeta kesên li hember wê disekine dike zindanan em ê li qadan bin. Em ji bo azadiya ku em ji bo wê li gel hev in li her derê ne. Em ê tecrîdê bişkînin. Ji bo em coşa 8'ê Adarê bi agirê azadiyê yê Newrozê bîn gel hevdu em ê li qadan bin.    Îktidar berhema sîstema kapîtalîst e   Îktidar heman e. Îktidar ji bo hebûna xwe bidomîne polîtîkayan wekî alava berjewendiyê bi kar tîne. Ji dîrokê heta niha li ku derê dinyayê be jî naguhere. Hinceta hebûna gelan bi hebûna xwe dihelîne. Îktidar berhema sîstema kapîtalîst e. Palpişta vê sîstemê jî zihniyeta baviksalar, hegemonîk û tahakkumkar e.    Serhildana me mezin bû   Têkoşîn bi pêşengiya kesên serhildan wekî alternatîf hilbijartin dewam dike. Pevçûna me ya xwedî kûrahiyeke dîrokî ye û têkoşîna me dewam dike. Têkoşîna me ya civakî, siyasî, çandî, aborî, zanistî û her wekî din bi hêza li hemberî me girêdayî ye. Em li ku derê dinyayê bin jî em ê tiştê aîdî me ye biparêzin em ê tiştên ji destên me hatiye girtin bigirin. Ji bo vê yekê em ê serhildana xwe mezin bikin.    Em cih nadin bêhêviyê, reşbîniyê, gumanê   Em gotinên gelek nirxên ku dibin ronahî, hembêz dikin û em serhildanê mezin dikin. Em mezin dibin ji bo ku em li dijî îktidara hebûna xwe ji ser nirxên me tahkîm dike, jiyanê azad bikin. Em cih nadin bêhêviyê, reşbîniyê, gumanê û em ê qadan tije bikin em ê ji bo rojên azad û demokrastîk bi coş biherikin qadan. Em bi jinên hêja re bi coşa dirûşma jin jiyan azadî û bi rengê zindanan ên em dibin qadan govendê digerînin.   Roja me pîroz e, roja me ya jınan pîroz be!”