'Em ê li dijî zihniyeta mêr a kevnperest têbikoşin' 2024-03-07 09:22:10       Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê yên tundiya li ser jinan şermezar kirin diyar kirin ew ê li dijî zihniyeta mêr a kevnperest têbikoşin û wiha gotin:" Li Reqayê tundî li ser jinan hat kirin. Ev tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi armanca tunekirina îradeya jinê ye. Em wekî jin li dijî vê tundiyê serî natewînin. "    Tundiya li hemberî jinan her diçe zêde dibe. Bi hatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî dîsa tundî li jinan tên kirin. Jin jî li dijî vê tundiyê serî radikin û li berxwe didin. Herî dawî li gundê Tel Seman ê girêdayî parêzgeha Reqayê tundî li dijî du jinan hat kirin. Bi awayekî hovane mêran li wan dan. Jinan jî li dijî vê yekê daxuyanî dan û bertek nîşanî vê bûyerê dan. Endama Rêxistina Sara a li dijî Tundiya li ser Jinê Heyfe Hisên û ji Rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Nisrîn Îbrahîm têkildarî tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî vê tundiyê axivîn.    'Dixwazin mafê azadiya jinan ji destê jinan bigirin'   Endama Rêxistina Sara a li dijî Tundiya li ser Jinê Heyfe Hisên nerazîbûna xwe ya li hemberî tundiya ku li ser jinan tê meşandin anî ziman û wiha got:"Em van bûyer û tundiya ku bi ser jinê de tê şermezar dikin. Em bi taybet bûyera herî dawî ku tundiya bi lêdanê li jinekê hat kirin bi tundî şermezar dikin. Ev yek dide xuyakirin hîna jî zihniyetek mêr a desthilatdar heye. Mêr îro di bin navê şeref û namûsê de tundiya xwe li ser jinê dide meşandin. Lê divê mêr bizanibe ku şeref û namûsa wî axa wî ye û divê di destpêkê de axa xwe ji tundiyê bide rizgarkirin. Dixwazin mafê azadiya jinan ji destê jinan bigirin. Em ê li dijî tundiyê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û tevahî jinan ji bin zordarî û zihniyeta mêr a desthilatdar rizgar bikin."   'Tundiya li ser jinê tunekirina îradeya jinê ye'    Ji Rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Nisrîn Îbrahîm da zanîn tundiya li ser jinê tunekirina îradeya jinê ye û wiha pê de çû:" Li Reqayê tundî li ser jinan hat kirin. Ev tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi armanca tunekirina îradeya jinê ye. Em wekî jin li dijî vê tundiyê serî natewînin. "    'Asta têkoşîna me her wê li pêş be'   Di dawiya axaftina xwe de Nisrînê diyar kir ku ew ê her li pişta her jinekê bin heta ku azadiya tevahî jinan misoger dikin û wiha got:"Divê jin li kêleka jinan bisekine. Çimkî hîna jî zihniyeta mêr a desthilatdar hewl dide xwe bide pêş. Loma heta em têkoşîna xwe di asta jor de nedin meşandin ew ê her tundî li me bê kirin û wê koletiyê li ser me bê ferzkirin. Asta têkoşîna me her wê li pêş be. Em ê li dijî zihniyeta mêr a kevnperest têbikoşin.  "