Ji meclîsa taxê ber bi hevşaredariyê ve 2024-03-07 09:03:43       Zelal Tunç   WAN - Namzeta hevşaredariya DEM Partî ya Artemêtê Rabîa Başak Koç da zanîn ku ev 8 sal in navçe bi xespa qeyûm tê bi rêvebirin û hewcedariyên sereke yên gel jî nayên çareserkirin. Rabîayê got wê di hilbijartinan de tişta ku aydê wan e ji nû ve bigirin.   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û partiyên siyasî xebatên xw didomînin. Li kurdistanê jî partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku partiya yekeme xebatên xwe didomîne. Li Wan û navçeyên wê jî jib o şaredariyên ku 8 sale hatine xespkirin bên girtin xebat tên meşandin û hedef eve ku destkeftiyan hîn bilindtir bikin.   Li Artemît a Wanê di hilbijartinên 2014’an de hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn ji sedî 50.9 deng girt û bû partiya yekem. Di 2019’an de  hevşaredara HDP’î Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji sedî 53.8 deng girt û lê YSK’ê mazbataya wê nedayê û da namzetê partiya duyemîn AKP’ê Îsmaîl Saymaz. Namzetên DEM Partiyê yên  Artemêtê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê Rabîa Başak Koç hat hilbijartin. Rabîayê pêvajoya qeyûm û xebatên hilbijartinê nirxand.   Rabîa ji Artemêtê ye 31 saliye û dayika zarokekê ye. Di 2016’an de bi awayekî aktîf di meclîsa taxê de xebitiye. Rabîayê diyar kir ku ji malbatek welatparêz tê û di 2019’an de jî peywira endamtiya meclîsa şaredariya Artemîtê kiriye.   Li dijî her cureyê tundiyê torên têkoşînê hatin avakirin   Rabîayê da zanîn ku Artemît  navçeya navendiye û bi perava xwe ya kesk û şîn tê zanîn û got: “Navçeyek ji turîzmê re vekiriye. Di hilbijartinên 2014’a HDP’ê bi rêjeyek mezin a dengan şaredarî girt. Midûriyeta polîtîkayên jinan hat avakirin. Li dijî tundiya jinan tora têkoşînê hat avakirin. Der barê jinan de projeyên çandî, civakî û aborî ketin jiyanê. Li dijî tundiya jinan ‘xeta tundiyê’ hat avakirin. Em bi bernameyên cuda li gund û taxan bi jinan re hatin gel hev. Me şitil dan gund û taxan. Dar hatin çandin.”   Qeyûman xizmetên sereke jî nekirin   Rabîayê wiha anî ziman: “Navçe ji çandinî, sewalkarî û turîzmê re vekiriye. Tenê li sûka navçeyê xizmet heye. Lê bi avahiyên bê ruhsat şînahî hemû tune kirine. Her der ji rantê re vekirine. Pêşnûmeyên me dan nehetin qebûlkirin. Li taxên Koyîçî, Şehît Firat û gelekên din hîna pirsgirêka av û binesaziyê heye.”   ‘Xebatên jinan tunekirin’   Rabîayê bi lêv kir ku bi qeyûman re xebatên jinan hedef hatine girtin û wiha dirêjî daye: “Pêşnûmeyên ku me ji bo qada aboarî û civakî ya ji bo jinê da nehatin qebûlkirin. Ligel vê li dijî tundiyê tu alternatîf nehatin afirandin. Çawa qeyûm hatin destkeftiyên jinan hemû tune kirin. Tabelaya midûriyeta polîtîkayên jinan daxistin û xebatên jinan hatin tunekirin. Gelek projeyên me wek yên xwe nîşan dan. Jin û ciwan ji xizmetê bêpar hatin hiştin. Bi dagirkirina peravê re gol veguhertin qada rantê. Li Artemêtê cihekî ku nehatiye firotin nemaye. Wesayîtên şaredariyê şexsî tên bikaranîn. Hatin û çûyînên şaredariyê herî zêde ji xwe re xerc dikin. Derfetên şaredariyê ji bo xwe û malbatên xwe bika rtînin. Me li dijî vê gelek hewl da lê mixabin me nikaribû em tiştekî bikin.”   ‘Em ê ji bo jiyankirina ziman projeyan bikin jiyanê’   Rabîayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wê projeyên ku hevşaredarên berê kirine  ji nûve bikin jiyanê û bi gel re bînin gel hev û got: “Em ê bazarên keda jinê ava bikin. Hedefa me ev e ku jin li destên mêran mêze nekirin û li ser piyên xwe bisekinin. Emê ji bo kesên xwedî hewcedarî û kesên taybet projeyan pêş bixînin. Em ê atolye, şanoyan pêk bînin. Ji bo zarokan em ê projeyan bikin jiyanê. Em ê taxên xwe li keskê boyax bikin. Em ê projeyên ji bo zarokan bi fêde bikin jiyanê.”   ‘Ji bo jiyanek azad û wekhev’   Rabîayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Artemêtiyan kir û got: “Em ê bersiva herî mezin bidin keskên ku ev du deme îradeya me xesp dikin. Divê em biçin ser sindoqan û bersivê bidin. Ji bo jiyanek wekhev û azad tiştên ji me hatine girtin em ê şûnde bigirin.”