Bi munasebeta 8'ê Adarê dar hatin çandin 2024-03-07 08:50:42       HELEB - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi pêşengiya Kongreya Star serdana saziyên civaka sîvîl hat kirin û piştre dar hatin çandin.   Bi boneya 8'ê Adarê bi pêşengtiya Kongra Star serdana saziyên civaka sîvîl hat kirin. Piştre dar hatin çandin. Jinên tevli vê çalakiyê bûn diyar kirin ew ê têkoşîna xwe her daîm bidomînin û gotin:"Roja 8'ê Adarê ji bo me çand û zanîn e."   'Rêberê me daxwaza azadiya jinê dike'   Ji Rêveberiya Mala Jinê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Sultan Mihemed wiha got:"Di destpêkê de em roja 8'ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û cangoriyên nemir pîroz dikim. Îro me jinên kurd jî para xwe ji vê rojê girt. Ev jî bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Rêberê me daxwaza azadiya jinê dike. Divê jin bi xwe jiyana xwe ronî bike û mafê xwe bixwazin. Her wiha jinên mîna Clara  Zetkî jî dengê jinan li cîhanê belav kir."   'Roja 8'ê Adarê ji bo me çand û zanîn e'   Di dewama axaftina xwe de Sultanê da diyarkirin ku bi pêşengtiya Abdullah Ocalan jinê xwe nas kir û wiha domand:"Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî jinê xwe li cîhanê îsbat kir. Bi rêya vê felsefeyê jinên kurd hewl dan xwe azad bikin. Roja 8'ê Adarê ji bo me çand û zanîn e her wiha roja êşê ye jî ji ber ku bi hezaran jin heya roja me ya îro tên kuştin û qirkirin. Lê li dijî vê yekê jinên kurd li ser şopa pakrewanên mîna Zîlan îro têkoşînê dikin. Me îro bi riya çalakiya xwe 8'ê Adarê pîroz kir. Me serdana gelek saziyan kir. Heta em xeyalên şehîdên xwe pêk neynin em xebat û têkoşîna xwe nadin sekinandin. "