Li Denîzliyê ji jinan banga 8’ê Adarê 2024-03-06 22:38:30   DENÎZLÎ - Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Denîzliyê bi dirûşmeya ‘ked, beden, nasname ya me ye, em di têkoşînê de bi biryar di azadiyê de bi israrin’ bang li jinan kirin ku dakevin qadan.   Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Denîzliyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Candogan hatin gel hev. Li ser navê meclîsê Ozge Sarma daxuyanî xwend.   Ozgeyê da zanîn ku wek hilbijartinên navendî nûneriya jinan di hilbijartinên herêmî de jî bi sînor maye û da zanîn ku wê ji vir şûnde têkşoîna xwe bidomînin, berxwedana xwe bidomînin.   Ozgeyê her wiha bi lêv kir ku wek kedkarên cemawerî wê bi dirûşmeya ‘ked, beden, nasname ya me ye, em di têkoşînê de bi biryar di azadiyê de bi israrin’ li qadan bin û banga tevlibûnê li hemû jinan kir.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.