Nobetên Edaletê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dewam kirin 2024-03-06 16:11:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran berdewam kir de daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin.    Stenbol   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 86’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li ser dinivîsî li xwe kirin.   Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Maltepeyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin.    Di çalakiya têkildarî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û stranên bi kurdî hatin gotin.    Amed   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi dirûşmeya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 93’yan de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin.   Nobet bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    Êlih   Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 35’an de berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, TJA û Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, qala girîngiya têkoşîna ku dayik didin kir û anî ziman ku vê têkoşînê bêdengiya di nava civakê de ji holê rakiriye û têkoşîn mezin kiriye.    Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzikirin.    Nobet bi stran û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.    Îzmîr   Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê di roja 35’emîn de berdewam kir. Di nobetê de peyamên ku girtiyên di çalakiya grevê de şandibûn hatin xwendin. Malbatên girtiyan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Rêveberên DEM Partiyê û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin. Çalakî bi gotina stranên kurdî berdewam kir.    Mêrsîn   Nobeta Edaletê ya ji aliyê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 93’yemîn de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û dengbêjên li bajêr tev li nobetê bûn. Di çalakiya ku her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” lê hate berzkirin de qala berxwedana girtiyan hate kirin û klam hatin gotin.    Nobet bi serdanên di nava rojê de hatin kirin berdewam kir.