Li Qulpê banga azadiya Abdullah Ocalan hat kirin 2024-03-06 14:19:20     ÎDIR - Li navçeya Qulpê ku bi minasebeta 8’ê Adarê civîna jinan hat lidarxist di civînê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û banga azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Qulpê ya Îdirê civîna jinan li dar xistin. Rêvebirên navend û navçeyê û gelek jin tevlî civînê bûn.   ‘Jin sembola biharê ne’   Di destpêkê de namzeta Hevşaredariyê ya Qulpê Kader Yîgîtalp axivî û destnîşan kir ku her roja jinan taybet e. Kader, ev tişt got: “Di vê serdema tarî de jiyan ji bo jinan pir zehmet e. Jin tên qetilkirin û bi zextan re rû bi rû ne. Jin tên qetilkirin û kiryar ji ber polîtîqayên bêcezabûnê nayên cezakirin. Di girtîgehan de jin bi zarokên xwe re tên girtin. Lê belê em li her derê ne. Em jinên ku rojê ava dikin, sembola biharê ne. Zext nikarin me bidin sekinandin. Em hemû jinên girtîgehê slav dikin û dibêjin  'Jin Jiyan Azadî’.”   ‘Jin pêşengiya têkoşînê dikin’     Piştre aktîvîsta TJA’yê Şaîze Çelîk axivî. Şaîze, di destpêkê de behsa dîroka 8’ê Adarê kir û destnîşan kir ku ji wê rojê şûnde her roj şûnde 8’ê Adarê tê pîroz kirin. Şaîze, wiha dom kir: “Têkoşîna me têkoşîna Gelê Kurd 50 sal in berdewam dikin. Em têkoşîna jiyan, ziman û çanda xwe dikin. Em ji bo Kurdistanek azad û wekhev têdikoşin û ev têkoşîn berdewam dike. Ji ber vê yekê jî îro di girtîgehan de hevalên me têkoşîna xwe didomînin. Li derve jî hevalên jin. 30 sal in wek TJA'yê em li qadan vê rojê pîroz dikin. Her roj roja me ye. Ger ku jin li malê û derve kedê nede wê jiyan jî bê rawestandin. Di nava siyasetê de jî wisa ye. Ji DEP’ê heta DEM Partiyê jina kurd têkoşîneke pîroz daye û dide. Di qada siyasî de Leyla Zana bi tena serê xwe bû û îro bi mîlyonan hevalên me di nv siyasetê de cih digirin. Her wiha bi sedan hevalên me di girtîgehê de têkoşîna xwe didomînin. Jin bixwaze dikare li her derê têkoşîna xwe bidomîne. Jin pêşengiya têkoşînê dike. Di civaka Gelê Kurd de berê zêde êrîş, komkûjî û îşkence tune bû. Lê îro rojê 3 jin tên qetilkirin. Ji bo ku jin hebûna xwe nas neke êrîş dikin. Parlamenterên me îro di meclîsê de têkoşîna Gelê kurd didin. Gelê Kurd daxwaza jiyanek azad dike.”   ‘Em pergala hevserokatiyê diparêzin’   Şaîze, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û ev tişt got: “Em ber bi hilbijartinê ve diçin. Hilbijartin ji bo me girînge. Ev 40 salin Gelê Kurd bedelên giran daye û hîn jî dide. Heta ku em jiyanek azad neparêzin, Kurdistanek azad dest nexin dê têkoşîna me bidome. Em pergala hevserokatiyê diparêzin. Em ji bo çi dibêjin hevserokatî? Ji bo mafê jinê di şaredariyê de bê parastin em dibêjin. Em jiyanek ekolojîk dixwazin. Di hemû tax û kolanan de jin di nava xebatan de bin divê. Ev ê şaredariyê ji xwe re bikin armanc û li taxan komîsyonên xwe ava bikin.”   ‘Divê em dengekî bilind derbixin’   Şaîze, destnîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Yê ku jin aniye vê astê mîmarê wê Birêz Ocalan e. Îro di nava çar dîwaran de tê girtin. Ev tecrît li ser jinê û hemû civakê tê meşandin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Hevalên me yên girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe dê çalakî bidome. Divê em dengekî bilind derbixin. Divê em têkoşîna xwe bikin yek û bi ser kevin. Pêwîste em rêxistina xwe xûrt bikin. Armanca têkoşîna me ev e.”   Piştî axaftinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” paste hat birîn. Civîn, bi gerandina govendê bi dawî bû.