Li Amedê nobed 93 roj in didome 2024-03-06 13:05:56     AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 93'yan de didome. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê her tim li cem Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bin.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.     Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezana Amedê di roja 93'yan de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.   Reşahat Ada di nobedê de axivî û got: "Em ê heta dawiyê li cem Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe bin."   Nobet bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet" didome.