Li Qoserê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2024-03-06 12:56:10     MÊRDÎN - Li Qoserê jinek bi 2 zarokên xwe re ji qatê 6 ê avahiya ku lê diman ketin xarê û jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê jinek bi 2 zarokên xwe re ji ber sedemeke ne diyar bi zarokên xwe re li avahiya lê diman ji qatê 6'an ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan. Jina ku hat îdakirin întîhar kiriye nasnameya wê nehat eşkerekirin û piştî bûyerê tîmên tendirustiyê sewkî cihê bûyerê hatin kirin. Lê li gel hemû hewldanan jin û zarokên xwe nehatin rizgarkirin.   Derbarê mirina bi gûman de lêkolîn hat destpêkirin.