Ji jinên girtî re kart û pirtûk hatin şandin 2024-03-06 11:53:19       AMED - MKG'ê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên girtî re kart û pirtûk şandin.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên rojnameger ên girtî re ji Postexaneya Ofîsê ya Yenîşehira Amedê pirtûk û kart şandin. Rojnamegerên ku di nav wan de endamên MKG û Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firtat (DFG) jî hebûn, li kartên ku şandin peyamên 8'ê Adarê nivîsandin û bi pirtûkan re ji postexanyê rê kirin.