Namzeda herî ciwan îdia dike ku dê pirsgirêkan çareser bike 2024-03-06 09:25:41       Dîlan Babat   ŞIRNEX - Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê Gullu Durak da zanîn ku yek sedema wê ya li Dêrgulê bûye namzet got: “Dema em şaredariyê bigirin yekane xebata me ya ewil ev e ku em midûriyeta polîtîkayên jinan bikin xizmetê.”   Li Kurdistana ku di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ye, ne tenê mirov xweza jî hedef tê girtin. Hema hema her qada Şirnexê di bin bin talanê de ye û desthilatdarî û kesên nêzî wê li şûna ji Gelê Kurd re xizmetê bikin, bêrîka xwe û xizmên xwe tije dike. Li herêma Botanê ku çavkaniyên avê gelek zêde ne hîna pirsgirêka avê tê jiyîn. Xizmeta ku divê ji bo gel bê kirin ji aliyê şaredariyên AKP’ê ve nayên kirin.   Bajaroka Dêrgulê 5 sal in di destê AKP’ê de ye. Li Dêrgula ku çavkaniyên avê gelek zêdene hîna jî av nedane malên gel û şaredariyê yek xizmetek ji gel re nekiriye. Qadên ku jin û ciwan dema xwe lê derbas bikin tuneye û yekane çavkaniya bajarokê sewalkarî û çandiniye. Ciwan ji ber qadên îstîhdamê nabînin koçî metropolan dikin. Jinên tundiyê dibînin, ji ber stargeh tunene, vedigerin hawira tundiyê.   Namzeta hevserokatiyê ya herî ciwan   Namzeta hevşaredariyê ya Dêrgulê ya  DEM Partiyê ya herî ciwan, Gullu Durak (21) di 2003’yan de li Şirnexê tê dinê. Gullu li Şirnexê mezin dibe û di pêvajoya rêveberiyên xweser de bi malbata xwe re bar dikin Dêrgulê. Gullu ku 8 sale bi malbata xwe re li Dêrgulê dijî diyar kir ku ji bo jinên yên bajarokê serlêdana namzetiyê kiriye.   ‘Ji sedî 80’ê jinan tundiyê dibînin’   Gulluyê di axaftina xwe de da zanîn ku li bajarokê tevî tundî li jinan tê kirin cihekî ku biçinê tuneye û li dijî tundiyê bêdeng dimînin. Gulluyê wiha dirêjî daye: “Jin her tim li malê ne. Li zarokan dinêrin û karê malê dikin. Dixwazin ev rewş biguhere. Ez dixwazim jin azad bin. Bila jin hepsê malê nebin. Li vir jin gelek pirsgirêkan dijîn. Nikarin ji malê derkevin û cihekî ku biçinê tuneye. Li vir ji sedî 80 jin tundiyê dibînin. Min ji bo serlêdana namzetiyê kir. Ez dixwazim nîşan bidim ku jiyaneke wan jî heye.”   ‘Derdê AKP’ê ne xizmeta ji bo gel e’   Gulluyê her wiha balkişand ser şaredariya ku niha destê AKP’ê de ye û got: “5 sale kes nikare biçe şaredariyê û pirsgirêkên xwe bêjin. Riyên me xerabene, ava me nayê. Nîv rojê av tê. Em dinêrin bar hemû li ser milê jinan e. Nebûna avê herî zêde bandor li ser jinan dike. Li dora me çiyayên Cudî, Çirav û Gabarê heye. Çavkaniyên avê gelek zêde ne lê em pirsgsirêka avê dijîn. Çavkanî baş bên bikaranîn wê pirsgirêk rabe. Pereyên şaredariyê davêjin bêrîka xwe. Derdê wan ne xizmeta ji bo gel e. Pirsgirêka kanalîzyonê heye. Nayê çareserkirin. Derdê wan ne xizmeta ji bo gel e.”   ‘Em ê ewil midûriyeta polîtîkayên jinan vebikin’   Gulluyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên tundiyê dibînin nikarin biçin cihekî ji ber cihek tuneye. Em şaredariyê bigirin em ê midûriyeta polîtîkayên jinan ava bikin. Jin wê bi rehetî pirsgirêkên xwe vebêjin. Em ê der barê wekheviya zayenda civakî de xebatan bimeşînin. Em ê xetên tundiyê ava bikin. Li bajarokê çandinî û sewalkarî tê kirin. Em ê ji bo jin û ciwanan serayan vebikin. Hemû tiştên bên gîhanin em ê bi hevkariya koperatîfan bifroşin û ji jinan re qada îstîhdamê ava bikin. Em ê ji bo jinên ciwanan qadên çand û hunerê vebikin. Em ê pirsgirêka avê çareserkirin. Em ê qadê mesîreyê ve bikin û ji zarokan re parqan vebikin.Dema em şaredariyê bigirin emê jiyanek nû ava bikin. Em ê bajarê xwe bi hev re bi rêve bibin.”