Li dijî pergala ku qestê jiyana wan dikin wê li kolanan bin 2024-03-06 09:10:25       Elfazî Toral   STENBOL - Endama Piştevaniya Mor Gîzem Alîca da zanîn ku hevala wê ya têkoşînê Sevde Unal ya li dijî gumanbarê tacîzê parastina cewherî pêk aniye hatiye girtin û got: “Parastina cewherî ji bo me rewa ye. Em ê pêk bînin. Em ê li dijî pergala ku qestê canê me dike di 8’ê Adarê de li Qadan bin.”   Endama Piştevaniya Mor Sevde Unal di 2018’an de li hember gumanbarê ku ew tacîz kiribû parastina cewherî pêk anî. Der barê Sevde Unal de li Yekemîn Dadgeha Ceza Asliye ya Kocaeliyê doz hat vekirin û di 25’ê Hezîrana 2021’ê de ji sûcê ‘ji qestî birîndarkirin’ 5 sal û 7 meh ceza hat birîn. Parêzerên Sevdeyê îtîrazê biryarê kirin lê ji aliyê Yekemîn Daîreya Ceza Dadgeriyê ve hat redkirin. Piştî ceza hat erêkirin Sevde di 1’ê Sibatê de hat girtin û şandin girtîgeha Şakranê. Sevde di 12’ê Sibatê de bi Qanûna Berdana bi Kontrol hat berdan.   Hevala têkoşînê ya Sevdeyê, endama Piştevaniya Mor Gîzem Alîca der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Em ê parastina cewherî bidomînin’   Gîzemê daxuyakirin ku biryara girtina Sevdeyê polîtîke û wiha anî ziman: “Rojê herî kêm 5 jin tên qetiklirin. Ji roja peymana Stenbolê hatiye feskirin tundî zêde dibe. Qanûna 6284 jî baş pêk nayê. Em bi salane dibêjin. Parastina cewherî maf e. Di vê pêvajoya tundiya li ser jinan zêde bûye parastina cewherî mafe. Em ê parastina cewherî bidomînin.”   Gîzemê balkişand ser doza Pinar Gultekîn ya di 2020’an de li Muglayê ji aliyê gumanbar Cemal Metîn Avci ve hat qetilkirin û wiha destnîşan kir: “Pêvajoya dozê hat dirêjkirin. Tevî hemû delîl li holê bûn ji bo gumanbar neyê darizandin hewldanên mezin çêbûn. Daraza mêr ji bo gumanbar nedarizîne helw da. Em jî parêzerên femînîst jî li salonê bûn. Di doza Îpek Er de jî wisa bû. Gotin întîxare lê cinayet bû. Bi polîtîka bêcezahiştinê hêzê didin gumanbaran.”   Dest ji parastina cewherî bernadin   Gîzemê bi lêv kir ku jin ji ber parastina cewherî bikar tînin dijîn û got: “Lê li aliyê din jî tên cezakirin. Jinên parastina ceweherî pêk tînin tên cezakirin. Lê jin dest ji hev û jiyanên xwe bernadin. Em ê xwe û hev û din biparêzin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber jin di her qada jiyanê de cih digirin desthilatdarî dikeve fikaran. Em aşkera dibêjin. Em ê nebin jina ‘makul’ ya ku desthilatdarî dixwaze. Em ê her tim li kolanan bin û xwedî li jiyana xwe derkevin.”   ‘Em li qadên 8’ê Adarê ne’   Gîzemê wiha dawî lê anî: “Em ê îsal jî di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li kolanan bin. Em ê li dijî vê pergala ku qestê jiyana me dike li kolanan bin. Em ê di 8’ê Adarê de li Kadikyê bin. Em hemû jinan di 8’ê Adarê de xwendiyê Meşa Şevê ya Femînîst a li Kadikoyê dikin.”