Wêranşar di rêya ku bibe bajarê jinê de ye 2024-03-06 09:09:47         Oznûr Deger   RIHA - Namzeta Hevşaredariyê ya Wêranşarê Bedriye Yorgun, diyar kir ku îdiaya Wêranşarê bibe bajarê jinan ne îdiayeke ferdî ye û got, “Di encama ezmûn û têkoşîna tevgera jinê de bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' felesefeyeke ekolojîk, demokratîk a azadî xwaz a jinê heye û ev têbazeke jiyanê ye.  Ez bi hevalên xwe yên têkoşînê re nirxê ku vê felsefeyê derdixe holê pêk bînin."    Di 11’ê Îlona 2016’an de bi destnîşankirina bi qeyûmên tayînî şaredariya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatin kirin re, konsepta qeyûm weke polîtîkaya îqtîdarê hat pêşxisitn. Di serî de şaredaraiyan bajarên mezin ên wekîAmed, Mêrdîn ve Wanê, hema çi bigire li hemû navçe û bajarokan ên bakurê Kurdistanê qeyûm hatin tayînkirin û ev 8 sal in ku texrîbatên qeyûmên tayînî şareariyan hatin kirin didomin. Di 31'ê Adarê de dê careke din hilbijartinên herêmî bên kirin . Bi taybetî li Kurdistanê li gel şaredariyeke çawa tê xwestin kar bû xebatên hilbijartinê jî her ku diçe berfireh dibin.    Yek ji cihên ku qeyûman ji aliyê civakî-çandî û aborî ve herî zêde bandor lê kiriye jî navçeya Wêranşar a Rihayê ye.   Koçberiya karkerên demsalî li bajarê çandiniyê yê ku nifûsa wê 211 hezar e   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di 31'ê Kanûna 2023'an de; Tevî ku hejmara nifûsa Wêranşarê 211 hezar û 065 e, lê tê texmînkirin ku hejmara nifûsa bajêr ji hejmara fermî zêdetir e û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhejmar penaberên ku qeyda wan tune ye hene. Li navçeya ku çavkaniya sereke ya debarê çandinî û sewalkarî ye, bi polîtîkayên tên meşandin re  welatî neçar dimînin ku li bajarên din karê çandiniyê yên demsalî bikin.   Bi van polîtîkayên ku tên meşandin re, Welatiyên li navêeyê dibêjin di di serî de pirsigrêka binesazî û rê polîtîkayên qeyûm Wêranşarê wêran kirine.    Dema em ber bi Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an ve diçin, namzetên hevşaredar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan bi xebatên xwe yên hilbijartinê gund bi gundên navçeyê digirein.    Namzeta Hevşaredariyê ya Wêranşarê ya DEM Partiyê Bedriye Yorgun got, "Em ê Wêranşarê bikin bajarê jin û ekolojiyê" û der barê hilbijartinê de nirxandin kirin.   Bedriye Yorgun kî ye?   Bedriye ya ku di 2'ye Çileya 1965'an de li Rihaye ji dayik bû, pişti ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî qedand, Dibistana Navendî û Hemşîretiyê qedand. Bedriye xebatkara tenduristiyê ya teqawîtbûyî di navbera salên 1993-2014’an de di Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de cih girtiye û xebatên curbecur kirin. Bedriye ku ji endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) bigire heta sekreteriya jinan û hevserokatiya jinan gelek erk girtine ser milên xwe, di têkoşîna xwe ya 30 salî ya sendîkayî de gelek lêpirsîn lê hatine vekirin.   'Rêveberiyên herêmî tê wateya rêveberiya jinê'   Bedriye destnîşan kir ku îdiaya Wêranşarê bibe bajarê jinan ne îddîayeke ferdî ye û wiha got: “Di encama ezmûna têkoşînê û zanîna tevgera jinê de felsefeya ekolojîk, demokratîk, azadîxwaz a jinê heye. bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' ,  Em ê bi hev re bi hevalên xwe yên jin re bi komkirina nirxên têkoşînê yên ku vê felsefeyê derdixin holê têkoşînê bidin. Rêveberiyên herêmî tê wateya rêveberiya jinê, rêveberiya demokratîk.  Pergala rêveberiya jinê, pergala rêveberiya herêmî ye."   'Bi tinekirina dîrokê re tê xwestin jin bên tunekirin'   Bedriye da zanîn ku di lêkolînên ku hatine kirin de zirar û hilweşandina tevnên dîrokî pirsgirêkek cidî ye û got, “Dîrok tê wateya jinê. Em dikarin bibêjin ku bi tinekirina dîrokê re tunekirina jinê tê armanckirin. Têgihiştina rêveberiya herêmî ya jinê, têgihiştina eşkerekirina dîroka veşartî ya jinê ye. Em ê feraseta dîrokî ya rêveberiya jinê nûjen bikin. Sîstem ji ber ku her tim nêzîkatiya şaredariya me rexne dike. Ji ber ku dizanin dema wekhevî hebe wê dawî li desthilatdariya wan bê. Ji ber vê hevserokatî weke hêaneke sûc ji aliyê îqtîdarê ve derdikeve pêş."   Bi sede hezar jin 300 hezar şitil    Bedriye diyar kir ku ew ê bi jinan re Wêranşarê bikin bajarekî ekolojîk û wiha got: “Nif»sa nanvçeyê  250 hezar e û herî kêm nîvê wê jin in, ger her jinek li bajêr 3 daran biçîne, wê herî kêm 300 hezar şitil biçînin. Ger em karibin zeviyên çandiniyê yên vê derê veguherînin qadên hilberînê, sewalkariyê bi cih bînin û tevna wê ya dîrokî derxin holê, dê tiştên baş bên bidestxistin. Li vir avahiyeke dîrokî ya bi navê Sefertepe heye. Ev der cihekî wekî Gobeklitepeyê ye. Tiştekî zêde ku mirov ji me dixwazin tune ye. Tişta ku dixwazin ew e ku rê bên çêkirin û binesazî bê zexmkirin.  Ev tiştên pir hêsan in. Ji me qada lîstikê dixwazin. Parka gel tune ye ku zarokên xwe bîninê. Ji bo kesên astengdar tiştek nehatiye kirin. Bi çi ferasetê hûn ê rêveberiya herêmî biparêzin pir girîng e. Ev der cihekî pirçandî, pirzimanî ye. Em ê ji bo pêkanîna pirzimaniyê bixebitin." 'Girîngiya zimanê dayikê   Bedriye bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û bandorên polîtîkayên asîmîlasyonê û got, “Nezanîna zimanê dayikê tê wateya ku mirov bi têrkerî cîhana wê ya hestiyar fam neke. Em tenê bi awayê fîzîkî ji dayika xwe neqetiyane. Em ji ber ne yekbûna ziman jî jê hatine qaetandin.   Daxwaza zimanê zikmakî ne tenê daxwazek bîrdozî û siyasî ye. Ew bi tevahî daxwazek mirovî ye. Di heman demê de dibe ku daxwazek hebe ku di jiyana mirov û cîhana hestyarî de tiştên ku nayên vegerandin çêbikin. Hevalekî me yê bijîşk ku bi kurdî nizane nexweşek ku bi tirkî nizane dike emeliyata çavan û bi tirkî jî ji nexweş re dibêje nelive. Ji ber ku nexweş ji zimên fam nake, her ku diçe zêdetir dest bi tevgerê dike û çav kor dibe. Hevalê doktor ku pirsa “Çima bi vî zimanî lênerîna tenduristiyê daxwaz dikin?” dike ji vê bûyerê gelekî bandor dibe. Nedayîna xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê, nedayîna perwerdeyê, ne avakirina jiyanek bi zimanê dayikê tê wateya 'Ez naxwazim tu bijî'. Ji ber vê yekê zimanê zikmakî pir girîng e. Ew ne tenê ji bo kurdan, ji bilî kurdên ku zimanê wan ê dayikê nayê bikaranîn ji bo hemû zimanên din jî derbasdar e. Pêwîst e li dijî vê yekê têkoşîn bê dayîn. Divê were zanîn ku ev zîhniyeta qedexe tê çi wateyê. Me zarokê xwe hem fêrî kurdî û hem jî fêrî tirkî kirine, da ku ew tiştên ku me jiyaye nejîn. Ji bo zarokên me fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin, divê hem li dibistanê hem jî li kreşê bi zimanê ku li malê diaxivin biaxivin."   'Em baş dizanin bêkarî çi ye'   Bedriye destnîşan kir ku ew ê xebatên cidî yên ji bo parastina tevnên çandî bikin û got, “Em ê bi hev re bi ser bikevin, em ê bi hev re bi rê ve bibin.  Em baş dizanin bêkarî çi ye. Helbet gelek xwezayî ye ku mirov ji ber mirovbûna xwe cuda bifikirin. Lê pîvanên mirovî hene. Bi biryarnameyên qanûnî di şevekê de gelek kes ji karên xwe derxistin û difikirin ku em jî dema bên ser kar wekî wan bikin. Em ê têbikoşin ku nebin wek wan. Em ê hem li hundir hem jî ji bo vê yekê li derve têbikoşin ku nirxên demokratîk berfireh bikin." 'Em ê hewl bidin bi kooperatîfên jinan sîstemeke nû ava bikin'   Got ku li gel Wêranşar cihê çandiniyê ye jî di warê karkerên demsalî ku diçin bajarê din di rêza pêş deye û got, "Dema şert û mercên guncav hebin wek karkerên çandiniyê yên demsalî wê neçin bajarên din. Li cihekî ku hûn hewl didin debara xwe bikin hûn pirsgirêkên xanî, paqijiyê dijîn û  jiyana xwe ji dest didin. Dema diçin di rê de di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Em ê bi avakirina kooperatîfên xweser ên bi jinan re ku li ser esasê qazanciyê ne, hewl bidin pergalek nû ava bikin. Em dixwazin rêgezek jiyanê ava bikin. Em ê ji bo vê derfet û îmkanan bi kar bînin. Bêguman ev derfet wê xweza û tevna dîrokî tune bikin û ji feraseta jinê bêpar nemînin."   'Em hilbijartineke herêmî ku aştiya civakî û azadiya jinê pêk were dixwazin'   Bedriye anî ziman ku zîhniyeta ku 7 sal û nîv e qeyûm tayîn kiriye, îradeya Wêranşarê tune kiriye û destnîşan kir ku hevalên wê di şaredartiya 127 salan  di 17 salên dawî de mîrateyek giran hiştine. Bedriye got, “Herwiha ew dixwazin zîhniyeta  ku qeyûm tayîn kir a 7 sal û nîvan demildest ji holê rabe. Mirov pir bi heyecan û bi coş in. Em pir baş têne pêşwazî kirin.  Gel bi xwe jî dibêje ew ê piştgiriyê bidin . Ew çi bikin bila bikin, gel dê paşeroja xwe biparêze. Ev mijar ne meseleya hilbijartinê ye, avakirina paşerojê ye. Em hilbijartineke herêmî dixwazin ku tê de aştiya civakî, azadiya jinê pêk were, kedkar û kesên paşguhkirî li ser bingehek wekhev û azad bijîn."