DEM Partiyê li Îdirê şahiya gel pêk anî 2024-03-05 21:38:49   ÎDIR - Li taxa Karaagaç a Îdirê bi coşek mezin şahiya gel hat lidarxistin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê, li taxa Karaagaçê şahiya gel li dar xist. Gelek welatiyên ku tevlî şahiyê bûn, jin û zarokan eleqeyek mezin nîşan da û bi stranên kurdî govendê gerandin.    Namzetên Hevşaredarên Îdirê yên Partiya DEM’ê Nejla Kûm û Mehmet Nûrî Guneş, Parlamenterê DEM’ê yê bajêr Yilmaz Hûn û rêveberên Rêxistina Herêmên Demokratîk (DBP) yên Îdirê beşdarî şahiya bi coş bûn.   Soza ku da bibîrxist   Di şahiyê de Nejla û Mehmet Nûrî û endamên partiyê bi welatiyan re demeke dirêj govend gerandin. Nejla ku piştî govendê bi kurdî axivî, bal kişand ser welatiyên beşdarî şahiyê bûn û got ku hûrmenê nîşanê welatiyan dike. Nejla, desnîşanî AKP’ê kir û diyar kir ku AKP’ê bi taybet li taxên ku kurd lê dijîn xebatên hilbijartinê dimeşînin û lîstikên cuda dilêyzin. Nejla, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê bila bizanibin; Gel li vir e û daxwaza vîna xwe dike. Gotineke me heye; gelek projeyên me hene. Em ê van projeyan li taxên xwe pêk bînin. Em ê daxwazên jinan û gelê xwe pêk bînin. Di derbarê van taxan de gelek kêmasiyên me hene. Weke jinekê min soz da û ez ê destê jinan bigirim. Bi vî awayî em ê kêmasiyên xwe temam bikin. Em ê bi hev re şaredariyê qezenc bikin. Em ê qeyûm bişînin.”    ‘Gelê Kurd şûnde gavê navêje’    Piştre Mehmet axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên herêmî. Mehmet, diyar kir ku hewl tê dayîn vîna gelê Kurd bê şikandin lê heta mirinê ew vîna kurdan diparêzin. Mehmet, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ew vê yekê baş bizanibin. Gelê Kurd bi paş ve gav navêje. Mehmet, destnîşanî bi rêyên taxa ku tê de ne kir û got ku li taxê rê tuneye. Mehmet, wiha pê de çû: “Ez ê rastiyeke bi êş ji we re bibêjim; Ger em vê carê winda bikin em nikarin sed salên din bi dest bixin. Ger bigirin wê me bikin kole. Wê demê em ê ji xwe re cihekî din bigerin. Ji ber vê yekê jî em ê şev û roj bixebitin. Ji hilbijartinê re 25 roj ma.”   ‘Pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e’   Parlamenterê Partiya DEM’ê Yilmaz Hûn ku herî dawî axivî, bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya fizîkî dest pê kirine û gihiştiye roja sedemîn. Di vê navberê de welatiyan bi çepik û tilîliyan gotinên Yilmaz qut kirin. Yilmaz, anî ziman ku Rêberê PKK’ê bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin pêk neaniye û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Yilmaz di berdewamiya bertekên xwe yên li hemberî vê rewşê de bal kişand ser pirsgirêka kurd. Yilmaz, got ku pirsgirêka kurd tenê bi diyalogê çareser dibe û çareseriyeke din nîne. Yilmaz, ev tiştan anî ziman: “Pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e. Pirsgirêkên din bêyî çareseriya pirsgirêka murd nayên çareserkirin. Bi îmha, înkarê ve nayê çareserkirin.”   Piştî  axaftinan şahî bi çepikan bi dawî bû.