DEM Partî bi kedkarên tekstîlê re hatin gel hev 2024-03-05 20:01:26   AMED - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi jinên kedkarên tekstîlê re hatin gel hev.   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Amedê çû sedana fabrîqeyeke tekstîlê û bi jinan re hatin gel hev. Rêxistinên DEM Partî yên navçeyan, namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak û namzetên endamên meclîsa şaredariyê, namzeta hevşaredariya Rrezan Leyla Ayaz, parlamentera DEM Partî ya Amedê Sevîlay Çelenk û aktîvîsên TJA’yê tevli bûn.   Di serdanê de qurnefîl û buroşur hatin belavkirin. Parlamenter Sevîlay Çelenk axivî û balkişand ser hilbijartina û da zanîn ku divê xwedî li îradeyê bê derxistin. Leyla Ayaz jî 8’ê Adarê ya jinên kedkar pîroz kir.   Serdan bi govend û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.   Heyet piştre tevli vekirina buroya hibijartinê ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li taxa Seyrantepe vekirin bûn. Piştî vekirina buroyê heyete serdana malan pêk anî.