Li Qerejdaxê hevdîtina 8'ê Adarê 2024-03-05 16:56:00     AMED - Li Qerejdaxê, di çarçoveya 8'ê Adarê de hevdîtina jinan pêk hat û jinan di hevdîtinê de gotin dê bi têkoşînê jin azad bibe.    Li taxa Erwalî ya Qerejdaxa Rêzana Amedê, ji hêla Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo 8'ê Adarê hevdîtina jinan pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê û aktîvîstên TJA'yê tevlî hevdîtinê bûn.    Jinan bi cilên xwe yên neteweyî tevlî hevdîtinê bûn û govend gerandin û peyamên xwe anîn ziman. Di bernameyê de namzet, parlamenter axivîn û bal kişandin ser têkoşîna azadiya jinê.   Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û got: “Eger ev têkoşîn îro jî didome, keda herî mezin ya hevalên me yên jin e. Em dixwazin 31’ê Adarê weke roja serkeftinê îlan bikin. Ji ber vê jî divê ev têkoşîn bê berfirehkirin û dengê jinan bê bilindkirin. Ev cîhan bi keda jinan hatiye avakirin. Li ku derê jin lê hene jiyan heye. Cihê ku mêr lê hebe, şer, îstîsmar, koçberî û xizanî heye. Jinên ku jiyanê di dilê me de dihêlin helbet wê di 8’ê Adarê de hemû qadan dagirin. Ev têkoşîn xwedî dîrokeke ewqas mezin e ku hevalên me yên di girtîgehê de mîraseke mezin ji me re hiştine. Gelek lehengên me yên jin hene ku em ê îro navên wan bînin ziman. Mîrateya van hemûyan, mezinbûna vê têkoşînê, azadiya jinê ye. Jin wê azad bibin, têkoşîna me mezin bibe, jin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bi dengê herî bilind li qadan bin."   Piştî axaftinan hevdîtina jinan bi gerandina govendê bi dawî bû.