Li Riha û Colemêrgê çalakiyên 8’ê Adarê 2024-03-05 16:37:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 8'ê Adarê de jinan li gelek bajaran pîrozbahî li dar dixin û bal dikişînin ser têkoşîna azadiya jinan.    8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe. Di vê çarçoveyê de hem amadekarî didomin hem jî li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin.    Riha    Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji bo jinên di girtîgehê de qertên piştevaniyê şandin. Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Mezin a Rihayê Gulşer Ozer jî di nav de gelek jin li avahiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hatin gel hev û qertên ku dê bişandina amade kirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adle Fîdan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku jin bi armanca piştevaniya bi jinên girtî re hatine gel hev û ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz be.” Piştre jî jinan qertên amade kiribûn li Şaxa PTT’ê ya Karakopruyê ji bo girtîgehan şandin.    Serekaniyê    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî ji jinan re qert hatin şandin. Piştî şandina qertan, li ser navê jinan namzeta hevşaredariyê ya Serêkaniyê Rahşan Yazar axivî û ev tişt anî ziman: “Di vê têkoşînê de jinên kurd pêşengtiyê dikin û tevî hemû cureyên zext, binçavkirin û girtinan jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz be.”    Colemêrg    Meclisa Jinan a DEM Partiyê Colemêrgê û TJA’yê li navçeya Çelê hevdîtina bi jinan re li dar xist. Li gel partiyiyan, her wipha gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtin li avahiya partiyê ya navçeyê hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut di hevdîtinê de axivî û wiha bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê: “Em ê têkoşîna xwe bi hilbijartinê bi serkeftinê tacîdar bikin.” Piştî axaftinan, jinan pasteya bi nivîsa “8’ê Adarê Roja Jinan pîroz be” birîn. Di dema birîna pasteyê de jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Hevdîtin bi gerandina govendê û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.