Di Nobeda Edaletê de banga tevlibûna 8'ê Adarê kirin 2024-03-05 16:06:08     ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya ku li Îmzîrê dewam dike de xizmên girtiyan bang li hemû jinan kirin ku tevli 8'ê Adarê bibin.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve, li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de , bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî”  hat destpêkirin di roja 34'an de berdewam dike. Gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiya nobedê ya li navçeyên Konak û Menemenê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) bûn. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin qîrîn.   Konak   Ji xizma girtiyan Hanîfe Gumuş di çalakiya nobedê ya li Rêxistina Navçeya Konakê ya DEM Partiyê de axivî, diyar kir ku 34 roj in nobedê digirin û wiha dewam kir, “Em çiqas rûnên jî ew guh û çavên xwe digirin. Qet nabêjin çi karê van dayikan li vir heye û çima vê nobedê digirin? Em bang li Wezareta Dadê dikin ku girtiyên nexweş serbest berdin."   'Ez 8'ê Adarê li jinên girtî pîroz dikim'   Hanîfe diyar kir ku 8'ê Adarê nêzîk dibe, bang li hemû jin û dayikên cîhanê kir û got, "Em bang li her kesî dikin ku çi dibe bila bibe, Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Ermen, Cihû. Bila cilên xwe yên neteweyî li xwe bikin û werin 8'ê Adarê. 8'ê Adarê roja dayikan e. Ez 8’ê Adarê li hemû dayîkan û hemû jinan pîroz dikim. Ez 8’ê Adarê li jin û dayikên girtî pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim."   Menemen   Armanca nobedê şikandina tecrîda li Îmraliyê ye   Di çalakiya nobedê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Menemenê de, xizmên girtiyan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  silav kirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku armanca wan a nobetê tenê şikandina tecrîda li Îmraliyê ye.   Çalakiyên nobetê bi serdanê dewam kirin.