Li Wanê rêzeçalakiyên 8'ê Adarê 2024-03-05 15:55:31     WAN - TJA, di çarçoveya 8'ê Adarê de li Payîzava û Rêya Armûşê hevdîtina jinan û li Artemêtê jî turnuvaya futbolê hat lidarxistin. Di çalakiyan de bang tevlîbûna mîtîngê li jinan hat kirin. kir.    Li Wanê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin. Di çalakiyan de banga tevlîbûna mîtîngê li jinan tê kirin.    Payîzava    Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Payîzava hevdîtina jinan pêk anî. Gelek jin beşdarî bernameyê bû. Siyasetmedar û namzetên hevşaredariyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajêr û navçeyan tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin ser berxwedana jinan. Piştî axaftinan jinan govend gerand û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dawî li bernameya xwe anîn.    Rêya Armûşê   Piştî Payîzava girse berê xwe da taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê li vir jî li buroya hilbijartinê hevdîtina jinan pêk hat. Li vir dengbêj klamên xwe gotin. Li vir jî sînevîzyona ku berxwedana jinan vedibêje hat nîşandan.   Artemêt    Girse piştre jî berê xwe da taxa Şehîd Firat a navçeya Artemêtê. Li vir tevlî turnuvaya futbolê ya ku di çarçoveya 8'ê Adarê de hat organîzekirin bûn.