Li Zanîngeha Rojava şahiya 8’ê Adarê 2024-03-05 15:00:36       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava şahiyek li dar xist.   Rêzeçalakiyên  jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” berdewam dikin. Îro jî Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava li hola zanîngehê ya li bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist.   Hola zanîngeha bi dirûşm û pankartên têkildarî 8’ê Adarê, hatibû xemilandin. Bi dehan xwendekarên zanîngehê, peymangeh, tevger û rêxistinên jinan di şahiyê de bi cil û bergên xwe yên gelêrî û rengîn amade bûn.   Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava ev roj li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û xwest salên li pêş ji bo jinan salên hêvî, hêz û ezweriyê bin ji ber ku jin pêşeng in. Di şahiyê de stranên cuda li ser têkoşîna jinan ji aliyê stranbêjan ve hatin gotin. Her wiha komên awaz û stranan ên ciwan jî derketin ser dikê û stranên xwe gotin.   Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.