Semînera TAJÊ ya li ser têkoşîna azadiya jinan 2024-03-05 14:59:41       NAVENDA NÛÇEYAN - Semînera ji aliyê Rêveberiya TAJÊ ve li navenda Şengalê ji bo jin û mêran hatibû rêxistinkirin de, behsa girîngiya 8’ê Adarê, têkoşîna azadiya jin hat kirin.   Bi minasebeta 8'ê Adarê bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li seranserê Şengalê çalakiyên cûrbecûr tên lidarxistin. Ji bo perwerdekirin û agahdarkirina civakê derbarê têkoşîna azadiya jin de, li gelek gund û komelgehên Şengalê semîner ji bo jin û mêran tê dayîn. Yek ji van semîneran jî li navenda Şengalê ji aliyê endamên Rêveberiya TAJÊ ve hate dayîn.   Semîner ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel û Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî ve li Meclîsa Gel a Şengalê hate dayîn.   Neam Bedel diyarkir ku têkoşîna jinên êzidî sal bi sal zêdetir pêşdikeve û wiha dest bi axaftina xwe kir:  “Her kesek ku tevlî kar û xebatan dibe divê bi vê berpirsyariyê rabe û ji bo civaka xwe kar bike. Jinên êzidî ji bo gelê xwe kar dikin û gelek berdêl dane. Divê ji bo vê jî herkes xwedî li têkoşîna bi pêşengiya jinê tê dayîn debikeve. Pêwîste civak tev vê rojê pêşwazî bike.”   Piştî axaftina Neam Bedel, Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî semînerê domand û bi bîranîna şehîdên Xanesorê yên di encama êrîşa PDK’ê de şehîdbûne û got: “Bi felsefeya Rêber Ocalan ya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilata Navîn şoreşek dest pêkir. Ev têkoşîn her ku diçe berfirehtir û mezintir dibe.”   Endama Dîplomasî ya TAJÊ’yê Lava Şengalî diyar kir ku divê her welatparêz, hemû jin û tev civak divê xwedî li têkoşîna jinan derbikevin û got; “Rêber Ocalan dibêje, ‘Jin azad bibe, wê civak azad bibe’, divê em hemû jî bi vê felsefeyê 8’ê Adarê pêşwazî bikin û her rojê veguherînin roja jinê.”   Piştî axaftinan nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di derbarê 8’ê Adarê de hatin xwendin.   Semînera  bi dirûşmeyên "Bijî Rêber APO" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.