Li Reqa û Firatê çalakiyên 8’ê Adarê 2024-03-05 14:42:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantonên Firat û Reqayê bi boneya 8’ê Adarê çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi boneya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" dewam dikin.   Li bajarê Kobanê endamên Kongra Star vê sibehê kolan û deverên giştî yên bajar bi dirûşma çalakiyên 8’ê Adarê û wêne û rengên jinan xemilandin.   Bi heman boneyê Meclisa Edaleta Jin a Kantona Firatê panelek  li navenda Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê li dar xist. Di panela bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê û nûnerên partiyên siyasî beşdar bibûn de, wateya 8’ê Adarê û pirsgirêkên li hemberî jinên li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.   Di panelê de endama Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Firatê Zozan  Zeîm axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a ji bo rawestandina tundiya di civakên bavikslar de. Zozan diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê zemîneke guncaw danî.   Di panelê de tundiya li ser jinan û rola jinan a pêşeng di civakan de hatin parvekirin.   Bi boneya 8’ê Adarê Nivîsgeha Lîsotkên Komî ya girêdayî Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê lîstikeke basketbul di navbera tîma Şehîd Sara û tîma Şehîd Bişeng de li dar xist. Maç li stadyuma Şehîd Mesûd a nêzî daristana Kobanê hat lidarxistin û bi serketina tîma Şehîd Sara bi 30 nuqteyan li hemberî 25 nuqteyan bi dawî bû.   Weqfa Jina Azad a Kantona Firatê jî pêşangeheke hunerî li navenda xwe ya li bajarê Kobanê vekir. Di pêşangeha ku dê 2 rojan dewam bike de tablo û peyker hatin pêşandan. Bi dehan jin bi cilên xwe yên kurdî beşdar bûn.   Li navenda Çandê ya navçeya Sirînê jî şahiya pîrozahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Jinên bi cilên xwe yên neteweyî û komên hunerî beşdarî şahiyê bûn.   Di şahiyê de rêvebera Kongra Star a Sirînê Fatma Hesen axivî û banga xurtkirina têkoşînê li hemû jinan kir.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê hemleyeke paqiyê li dar xist. Endamên jin ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Idlib El Xedera, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî hemleyê bûn.   Paqijkirin ji parka Rêbertî û stadyuma Eswed  dest pê kir.