Nobeta li Wanê 3 meh in didome 2024-03-05 14:39:03     WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê 3 meh in didome û çalakvanên nobedê carek din daxwazên xwe ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman.    Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 3 mehên  xwe tijê kir.    Îro şêniyên taxa Esenler a Reya Armûşê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana çalakiyê kirin. Di serdanê de ji Dayikên Aştiyê Asya Ozlu axivî û got: "3 meh in em çalakiya xwe didomînin. Em her daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê tînin ziman. Dema grevên birçîbûnê berdewam dikir Meşa Mezin a Azadiyê pêk hat. 3 meh in jî em Nobeda Edaletê didominin. Bila êdî aştî û azadî bê vî welatî."   Dayikên Aştiyê Fatma Aslan jî carek din banga pêkanîna aştî û azadiyê kir.    Çalakî bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “ Bijî berxwedana zindanan” didome.