‘Em ê 8’ê Adarê wek roja serkeftina jinan îlan bikin’ 2024-03-05 09:08:34       Pelşin Çetînkaya   AMED - Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji saziyên cuda ên jinan diyar kirin ku wê 8’ê Adarê bikin roja serkeftinê û banga biherikin qadan li jinan kirin.   8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di 2024’an de bi hêza ku ji xeta "Jin jiyan azadî" tê girtin tê pêşwazîkirin. Pergala serdest pratîka kolekirina jinan ji paşerojê de bimeşîne jî jinan li dijî van êrişan tu carê şûnde gav navêjin û her sal  di 8’ê Adaran de soza serkeftinê carek din tê dubarekirin. Îsal jî jin li her derê dengê xwe bilind dikin û banga têkoşînê dikin.   ‘Em di jiyanê de wekhevî û jiyanek hevpar dixwazin’   Hevseroka Enstîtuya Kurd a Amedê Mîne Karataş da zanîn ku 8’ê Adarê mizginiya hêvî û rojên xweşin û jinan ji bo vê rojê bedelên mezin dane û berxwe dane. Mîneyê anî ziman ku jinan tevî astengiyan şûnde gav navêtine û wiha got: “Hem kurd hem jî jinan zext û tundiyên mezin dîtine. Jin di her salî de wekheviyê dixwazin. Bi awayekî sistematik jin bi cudakariyê re hatine rû hev û her tim di plana dawî de hatine hiştin. Em jin di her qadê de wekhev û jiyanek hevpar dixwazin.”   ‘Em ê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin’   Hevseroka Şaxa hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu jî daxuyakirin ku wê 8’ê Adarê bikin roja serkeftina jinan û wiha pê de çû: “Pergala serdest ya mêr keda jinê, bedena jinê di her alî de binpê dike. Di vê 8’ê Adarê de jî em saziyên jinan û rêxistinên demokrasiyê vê roja taybet bi coş pêşwazî bikin. Em ê bijin roja serkeftina jinê. Em dixwazin mafê jinan yên ji dest hatine girtin şûnde bên dayîn. Peymana Stenbolê hat kirin. Dîsa mafê nefeqeya jinan hat nîqaşkirin û niha qanûna medenî jî ji nîqaşê re vekirine. Em destureke bingehîn ya ku jiyanek ewle diparêze dixwazin. Ji bo demokrasiyê divê hemû jin di 8’ê Adarê de li qadan bin.”   ‘Em têkoşîna xwe di her derfetê de tînin ziman’   Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ezgî Sila Demîr jî destnîşan kir ku ew azadiya jinê û di vê çarçoveyê de derfetên ku nasnameya jinê bê jiyîn de dixwazin û wiha anî ziman: “Em ê di vî alî de têkoşîna xwe di her derfetê de bînin ziman. Em ancax bi piştevaniyê ji tundî û pergalê xilas bibin. Em ê bi jinên berxwe didin re têkoşîna xwe bidomînin. Em neçarin bi piştevaniyê têkoşîna xwe bimeşînin. Em 8’ê Adarê bi vî rihî pêşwazî dikin.”