'Ji Înanna heta niha jin parastina cewherî pêk tînin' 2024-03-05 09:02:56       Rozerîn Gultekîn   AMED - Endama Akademiya Jinan a Amedê Naşîde Buluttekîn diyar kir ku jin û civakên parastina xwe ya cewherî pêk neynin tune dibin û wiha got: “Ji avabûna şaristaniyan heta niha jin parastina xwe ya cewherî pêk tînin.”   Jinên di her qada jiyanê de hewl tên dayîn bên bindestxistin îsal jî li dijî zextan têkoşîn meşandin û bi têkoşînê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşwazî dikin. Ber bi 8’ê Adarê VE, jin ji bo nekevin bin tekela zîhniyeta serdet û nirxên xwe biparêzin rêbazên parastina cewherî ji nû ve nîqaş dikin.   Endama Akademiya Jinan a Amedê Naşîde Buluttekîn ku xebatên jineolojiyê jî dimeşîne, der barê girîngiya parastina cewherî de nirxandin kir.   ‘Diriyê kulîlkê, hişbûna kevir parastina cewherî ye’   Naşîdeyê da zanîn ku hemû zindiyên xwezayê parastina wan a cewherî heye û wiha dirêjî dayê: “Diriyê kulîlkê, hişkbûna kevir ji bo xwe biparêzin pêngavên pêk tînin parastina cewherî ye. Ji hebûnekê êrîşeke li hember hebûna din û li dijî vê xwe parastin, refleksa tê nîşandan parastina cewherî ye. Ji bo zindî hebûna xwe bidomînin parastina cewherî girîng e. Di xwezayê de her zindî di parastina cewherî de ye. Parastina cewherî çiye? Gelo tenê parastina fizikî ye? Parastina yekparêzî ye? An jî rêbazek parastinê ya hemû qada jiyanê dihewîneye? Parastina cewherî di mejî de dest pê dike. Her refleksa li dijî êrîşan pêk tê parastina cewherî ye.”   Ji avabûna şaristaniya heta niha jin parastina cewherî pêk tînin   Naşîdeyê da zanîn ku ji destpêka dîroka şaristaniyan heta niha civakîbûnek li dora jinan pêş ketiye heye lê bi dîroka şaristaniyê re zîhniyeta serdest ev civakîbûn hedef girtiye û wiha got: “Li dijî vê hedefgirtinê parastina cewherî pêk hatiye. Naşîdeyê wiha dirêjî dayê: “Genimê yekem, dermanê yekem hemû rêbazên der barê jiyanê de jinan dît. Piştî avabûna şaristaniyan nirxên jinan di şexsê mêr de xwedayê kurnaz Enkî ji destê xwedavend Înanna girt û Înanna li dijî Enkî şer da destpêkirin 104 Me dîsa anî û radestê jinan kir. Em vê dikarin wek parastina cewherî binirxînin. Çîroka 21’ê Adarê Newrozê jî xwe dispêre parastina cewherî. Kawayê Hesinkar ku li dijî zilma Dehaqê zalim serî hilda, dawî li zilma Dehaq anî. Ev jî rêbaza parastina cewherî ye.”   ‘Yên parastina cewherî pêk neynin tune dibin’   Naşîdeyê destnîşan kir ku civaka parastina wê ya cewherî ji dest tê girtin di esasê de nirxên wan ji dest tên girtin û wiha pê de çû: “Parastina cewherî divê li her qadê bê kirin. Jin mêr her kes divê parastina cewherî bike û xwe di vê mijarê de pêş bixînin. Civakên vê pêş nexînin di alî ahlaqî û civakî de mahkumê tunebûnê ne. Di dîrokê de gelek civak ji ber parastina xwe ya cewherî pêk neanîne tune bûne. Pergala serdest a mêr dema xwe rêxistin kirin, ev li ser kolekirina jin û civakan ava kir.  Hemû kesên li dijî vê dertên bi pergala cezakirinê re hatine rû hev. Li seranserê cîhanê îro bi dehan jin tên qetilkirin. Tundî û destdirêjî lê tên kirin. Jinên li dijî vê parastina cewherî pêk tînin bi pergalên cezayên cuda yên mêr re tên rû hev.”   ‘Divê jin xwe rêxistin bikin û parastina cewherî pêk bînin’   Naşîdeyê di dawiya adaftina xwe de daxuyakirin ku parastina cewherî bi guherîna zîhniyetê dikare derkeve holê û wiha dawî lê anî: “Jin di riya xwebûnê de pêşketinê nîşan nede li dijî mêr nikare parastina cewherî pêk bîne. Em di nîqaşên jîneolojiyê de bi pêvajoya dîrokî digirin dest. Di pêvajoyên ku civak li dora jinan teşe dibû de çi bû ku em ketin demeke ku evqas jin tên qetilkirinê. Ev mijar rêwitiyeke ku em bi 9 hezar salî digirin dest e. Divê jin xwe bi rêxistin bikin, xweserbûnê nîqaş bikin û parastina cewherî pêk bînin.”