Li du taxên Îdirê şahiya gel a bi coş 2024-03-04 21:34:53   ÎDİR – Namzeta Hevşaredara Îdirê Nejla Kum, li du taxên Îdirê şahiyên gel ku hatin lidarxistin de bertek nîşanî AKP û qeyûman da û got: “Gel li pişt vîna xwe û partiya xwe ye.”   Rêxistina Navenda Îdirê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxên Ozgur û Konakliyê şahiya gel li dar xist. Bi destpêkirina şahiya ku ewil li taxa Ozgurê hat lidarxistin, zarok û jin bi al û nîşaneyên serkeftinê di destên xwe de hatin.    Piştre namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê yên Şaredariya Îdirê Nejla Kum û Mehmet Nurî Guneş, Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hun û endamên partiyê jî beşdarî şahiyê bûn û bi stran û tilîliyan govendê gerandin. Nejla, piştî ku şahî bi coş bi dawî bû mafê axaftinê girt û diyar kir ku şahî rengîn bû û got ku ev rengînî AKP’'ê tirsandiye. Nejla ev tişt anî ziman: “Bila qet qisûrê nenêrin; gel li pişt vîna xwe û partiya xwe ye.”   ‘Şev û roj em ê bixebitin’    Mehmet, destnîşanî hilbijartinên herêmî yên sala 2009’an kir û diyar kir ku piştî 86 salan yekemcar li Îdirê şaredarî bi dest xistin û heyecan û eleqeya beriya wan hilbijartinan hebû jî di van hilbijartinan de hat dîtin. Mehmet, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min beriya we kiribû. Me bi dayîna bedelê ev tax qezenc kir. Îro jî bi her cure hîleyan hewl didin vê ji destên me bigrin. Lê belê weke ku ji coşa li vir jî tê dîtin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî bedel be jî em ê vê taxê biparêzin. Lîstikên wan çi dibin bila bibin, Gelê Kurd dixwaze xwe bi rê ve bibe. Gelê Kurd dibêje ‘lîstik çi dibe bila bibe ez ê vîna xwe biparêzim.’ Em ranazên, bila xew li me heram be. Em ê bi şev û roj bixebitin.”    ‘Ev meseleya şeref û serbilindiyê ye’   Yilmaz Hun ku mafê axaftinê girt, bi lêv kir ku YSK’ê hewl da namzetiya Mehmet Nûrî Guneş berde, lê di encama bertekên hevpar ên Kurd, Azerî û Terekemeyan de wan dev ji vê pêngavê berda ye. Yilmaz, wiha pê de çû: “Me sê rojan li ber xwe da ku em bigihîjin hiqûqê. Hûn nikarin vê yekê ji kurdan re bikin. Kurd êdî ne ew Kurdê berê ye, dizane ku çawa daxwaza maf û hiqûqa xwe bike. Ev hilbijartin ji hilbijartinekê ji rêzê nîne. Ev êdî meseleya şeref û serbilindiyê ye.”            Piştre li taxa Konakliyê şahiyek hat lidarxistin. Li vir jî piştî govenda bi stranan Nejla Kum, Mehmet Nûrî Guneş û Yilmaz Hun dîsa mafê axaftinê girtin. Hevserok Nejla û Mehmet bang li welatiyan kirin ku partiya xwe û vîna xwe biparêzin.   Şahî piştî axaftinan bi dawî bû