Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê 2024-03-04 21:05:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneyê 8ˊê Adarê gelek çalakî pêk hatin.    Bi diruşmaˊBi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibinˊ tevgerên jinan çalakiyên bi boneya 8ˊê Adarê li dar dixin.   Reqa   Der barê mijarê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl, 8ˊê Adarê pîroz kir.  Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyne Ebdo Asayîşa Jin pîroz kir û wiha got: "Em berxwedan û têkoşîna we pîroz dikin, hûn her tim ji jinan re mînaka fedakarî û lehengiyê bûn. Em ê bi vîna jinan azad bi ser bikevin û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."   Dirbêsiyê   Kongra Star a Dirbêsiyê ya Cizîrê şandeyek ji jinan ku cilên folklorîk li xwe kiribûn pêk anî û serdana sazî, meclis û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeyê kir û 8ˊê Adarê li wan pîroz kir.   Di serdanê de hat gotin Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şoreşa jinan e ku di oxira pêkanîna wê de têkoşiya.Her wiha li navçeyê dewreya 3 rojan ji mêran re hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di dewreyê de semînerên fikrî li ser jinê, mîsaqa Kongra Star, hevjiyana azad û 8ˊê Adarê hatin dayîn.   Heleb   Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelek li ser mîrasê li dar xist. Di panelê de jin, dayikên gerîla, endam û nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê bi cilên xwe yên folklorîk ên Efrînî beşdar bûn. Di çalakiyê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hena Kerdoş axivî û got: "Bi fikrên Abdullah Ocalan jinan tevahî bendên zihniyeta baviksalariyê danîne şikandin."   Dûre her jinekê li ser amûr û alavên hatine danîn axivî. Her wiha dayika gerîla Sîpan Xelat, Fatme Hesen qumaşên nexşekirî hilbijart û got: "Jinan berê mitêl, balîv û cilên zarokên xwe bi destên xwe çêdikirin."   Edûl Hemod li ser çawaniya bikaranîna destar ji bo hûrkirina genim û niskan axivî.