‘Jin pêşengiya têkoşînê dikin’ 2024-03-04 19:02:56   WAN - TJA’ê li  Westanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hevdîtina jinan pêk anî û jin xwendiyê mîtînga ku wê 8’ê Adarê de li Parka Musa Anter pêk bê kirin.   Tevgera Jinen Azad (TJA) bi wsîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Westan a Wanê hevdîtina jinan pêk anîn. Hevdîtin li Buroya hilbijartinê ya ku DEM Partiyê li navçeyê vekiribû pêk hat. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, namzeta hevşaredariya Westanê  Kubra Akti, namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Neslîhan Şendal û gelek jin tevli bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli hevdîtinê bûn.   ‘Em ê bersiva herî mezin bidin’   Gulşen Kurt di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku divê hemû şêniyên navçeyê ji bo xebatên hilbijartinê bixebitin û got wê bersiva herî mezin di sindoqan de bidin.   Neslîhan şedal jî destnîşan kir ku bi sedsalane jin pêşengiya têkoşînê dikin û jinan ji bo civakê demokrasî ava kirin û ji ber vê jî hedef hatin girtin. Neslîhanê grevên birçîbûnê yên li dijî polîtîkayên tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin jî bibîr xist û got divê tecrîd bê bidawîkirin.   Piştî axaftinan jin vexwendiyê mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku wê li Parka Musa Anter pêk bê kirin.   Hevdîtin bi govend û dirûşmeyan bidawî bû.