Li Qoserê buroya hilbijartinê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat vekirin 2024-03-04 16:47:43     MÊRDÎN - Li Qosera Mêrdînê buroya hilbijartinê ya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat vekirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê de li navçeya Qoser a Mêrdînê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Parlementera DEM Partî ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, namzeta hevşaredariya Qoserê Hamdiye Turgay û gelek jin di vekirina buroya hilbijartinê de amade bûn.   Di vekirinê de namzeta Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Turgay axivî û da xuyakirin ku heta ku jin azad nebe, civak jî azad nabe û got, "Eger wê serketinek pêk were, ew jî wê bi saya têkoşîna jinan be. Heta ku jin azad dibin em ê têbikoşin. An em ê bi ser bikevin an em ê bi ser bikevin.”   Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî anî ziman ku jin pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya kurd re dikin.   Devrîm Demîr, diyar kir ku rengê jinê xwe li her qadê nîşan didin û destnîşan kir ku wê jin bi hemû hêza xwe di 31'ê Adarê de rengê xwe bidin hilbijartinan.   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî, bilêv kir ku di bingeha felsefeya buroya jinê ya ku îro li Qoserê vebûye dirûşma "Jin jiyan azadî" heye û got ku ew ê têkoşîna azadiya jinê bidomînin.   Piştî axaftinan vekirina buroya jinan bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" pêk hat. Jinan demeke dirêj li ber stranan govend gerandin.