Gelê Rihayê wê dengên xwe li alî guherînê bi kar bîne! 2024-03-04 09:09:53     Oznur Deger   RIHA - Welatiyên Rihayê ku ji xizmeta şaredariya ku ji 2004’an de ye di destê AKP’ê de ye, ne razî ne diyar kirin ku bi salane dengên xwe dane AKP’ê û gotin wê di vê hilbijartinê de dengên xwe li alî guherînê bi kar bînin.   Yek ji bajarên herî kozmpololît ê Kurdistanê Riha ji gelek bawerî û gelên wekê Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen re malovanî kiriye. Riha niha xwe ji bo hilbijartinên herêmî amade dike û texrîbatên desthilatdariya AKP’ê yên 20 salan li bajar tên dîtin. 2 mîlyon û 213 hezar û 964 nifûsa wê heye. 13 navçe û hezar û 438 taxên wê hene.    Riha ku wek ‘bajarê pêxemberan’ û ‘nokteya sifir a dîrokê’ tê zanîn, bi dîrok û çanda xwe cihekî girînge. Gobeklîtepe ya Beriya Zayînê di navbera 9600-9500 de hatiye avakirin yek ji cihê herî kevnar ê dîroka cîhanê ye.   Gola Masiyan   Yek ji cihên din yê girîng ê bajar Gola Masiyan e. Di sê olên mezin yên Îslamiyet, Xiristiyanî û Yahudiyê de vegotinên cuda der barê golê de hene. Li gorî riwayetan gol ji bo Xwedavenda bereketê Atargatîs hatiye çêkirin. Masiyên diyariyê Atargatîst hatine kirin, destdanîn û  xwarina wan qedexe ye.   Sembola berxwedanê   Ligel mîtolojiyê vegotina der barê Gola Masiyan de rîwateya Îbrahîm Pêxemer e. Îbrahîm li dijî Nemurt serî hil dide û ji ber vê ji Keleha Rihayê davêjin agir. Di vê naberê de agir vediguhere avê û êzing jî vediguherin masiyan. Îbrahîm bi saxî dikeve nav baxçeyê kulîlkan. Cihê ku Îbrahîm dikevê Gola Hâlîlur-Rahman e. Li gorî rîwayetê keça Nemrut, Zelîha ji ber bi Îbrahîm bawer dike xwe li pey avêtiye. Cihê ku Zelîha dikevê jî Gola Ayn-î Zelîha ye. Bi vî awayî Gola Masiyan ya dibe sembola serhildan û berxwedanê ava dibe.   Çavkaniya debarê   Çavkaniya debarê ya herî mezin a bajêr çandinî û sewalkariye. Bi pêşketina sanayiye re enerjî û turîzm jî zêde bû. Ligel bandora çandê, asimilasyona çandî jî wek polîtîkayê derdikeve pêşberî me.   Bandora eşîretiyê   Riha ku xwedî bingehek muhafazakar û feodal e,bi bandora eşîran jin di plana dawî de cih digirin û di gelek qadên jiyanê de cih nagirin.   20 sal e AKP  bajar bi rêve dibe   20 sal e rêveberiya Rihayê di destê AKP’ê de ye û ji avabûna komarê het aniha ji bilî CHP’ê,  Riha ji aliyê Pattiya Fazîlet, Partiya Refah, Partiya Adalet(AP)  û Demokrat Partî (DP)  ve hat bi rêvebirin.   Di nav mêran de namzetên jin yên hevşaredariyê    Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê DEM Partî bi namzetên hevşaredariyê Gulşen Ozer û Celaledîn Erkmen dikeve hilbijartinê.   Welatî ji AKP’ê ne razî ne   Welatiyên Rihayê beriya hilbijartinan axivîn û diyar kirin ku ji 2004’an heta niha Riha ji aliyê AKP’ê ve tê bi rêvebirin û gotin şaredariya AKP’î li şûna xizmetê ji bajar re bikin ji alîgirên xwe re dikin.   Li Rihayê di hilbijartinên 31’ê Adarê de 8 partî dikevin pêşbirkê. Welatiyan diyar kirin ku heta niha deng dane AKP’ê û wê ji vir şûnde nedinê.   ‘Em li bend xizmêetê ne’   Meral Goktepe da zanîn ku di hilbijartinên borî de ji bo partiyekê bi bi ryar bûn lê di van hilbijartinan de dixwazin dengê xwe bidin partiyeke din û wiha dirêjî daye: “ Ez û sê zarokên xwe bi 10 hezar TL mûçeyê teqawîtbûnê yê hevjînê xwe debara xwe dikin. Hevjînê min jiyana xwe ji dest daye. Em çawa bi 10 hezarî debarê bikin. Em şaredariyek ku xizmetê bike dixwazin. Em aktîvîteyên civakî dixwazin. Em konser û aktîvîteyên çandî dixwazin. Em salon û pirtûkxaneyan ji bo zarokên xwe dixwazin. Divê ji bo jin û ciwanan aktîvîte hebin. Li bajarên din hene. Lê mixabin li vir tune ne.”   Ji veguhestinê bi gazinc e   Zehra Yildizim ku li zarokê xwe yê astengdar dinêre  daxuyakirin ku ew ji veguhestinê gelek bi gazincin û wiha bi lêv kir: “Li taxa Atakent ya ez lê dimînim xeta otobusê tune ye. Em carekê çûn şaredariyê me otobus xwest. Lê bersiv nedan. Ez nexweşim. Zarokê min nexweş e. Tevî vê otobus tune ye. Pereyê zarokê min yê nexweş jî nadin. Didin dewlemendan lê nadin me. Mafên me ji destê me digirin.”   AKP’î jî ji xizmetê ne kêfxweşin   Ozlem Meral jî ku berê denga xwe dida AKP’ê, da zanîn ku pirsgirêka herî mezin betalî ye û ji xizmetê ne kêfxweş in.   Welatiyek din ya nexwest navê xwe bide got: “Kurd başin, ji Tayyîp re deng tune ye.”    Perîşan Demîr jî wiha vegot: “Ez ji tiştekî ne razî me. Veguhestin, betalî, bihabûn..bila aborî sererast be. Bila xaniyên hatine hilweşandin bên çêkirin. Ciwanên me betal in. Baweriya me bi tu namzetî nemaye. Ev 30 sale kesek heye û tu tiştek nekiriye.”   ‘Alîgiriyê dikin’   Welatiyek ku nexwest navê xwe bide wiha anî ziman: “Ez denga xwe nadim tu partiyê. Hemû alîgiriyê dikin. Zarokên me xwendin lê li şûna wan hinekên din digirin kar. Pirsgirêka veguhestinê heye. Xetên otobusê kêmin. Me ji CÎMER’ê re nivîsî. Lê bersivek nehat dayîn. Her tişt bi alîgirî tê kirin.”   ‘Em guherînê dixwazin’   Welatiya bi navê Hacer Akça jî destnîşan kir ku 20 sal e denga xwe dide AKP’ê û wiha anî ziman: “Lê êdî nadim AKP’ê. Ev 20 sal e tu xizmet nehatiye kirin. Ez ji nû ve didim Partiya Refahê. Ez li Hewegê dijîm. Min tu xizmet nedît. Ez dixwazim demek nû bê vekirin. Ji jinan re qad nayên vekirin.Em guherînê dixwazin.”   Welatiya bi navê Emîne jî wiha got: “Ez li Eyyubiye rudinim. Xizmet tune ye. Li tu derê xizmet tune ye. Guherînek mezin pêwist e. Veguhestin pirsgirêkek mezine. Tevî bi dehan carî me gotiye jî guherînek tune ye.”