ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-04 09:00:00     Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da zanîn 8’ê Adarê îro li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî cuda tê pêşwazîkirin û got:” Li dijî êrişan li vir agirê têkoşîn û berxwedanê hîn gur dibe. Di vê rojê de rihê şoreşa jinê tê zindîkirin. Em bang li hemû jinên li herêmê dikin ku tevli 8’ê Adarê bibin. Em li vir hîn zêdetir têkoşîna xwe bikin û bersivê bidin siyasetên ku jinan hedef digirin.” DOSYA   *Emîne Al diyar kir ku li dijî civaka feodal bi zarokên xwe re têkoşîn fêr bûye û got: “Ez bang li hemû jinan dikim. Bila serî netewînin. Ji ber ku berê bêdeng mam poşmanim. Xwezî min berê serî hilbidana û bigota ‘Ez jin im, xwe nas bikim." DÎMEN HEYE   *Elkê ku yek ji cihên di hedefa desthilatdariyê de ye, 5 sal in şaredariya wê di destê AKP’ê de bû û tu xizmet ji bo navçeyê nehatiye kirin. Li navçeya ku çavkaniyên avê zêde ye, gel pirsgirêka avê dijî û yek xizmetek ji gel re nehatiye kirin. DÎMEN HEYE   *Aygul Atsiz ku bi salan di bin zextên civak û dewletê de ma wiha got: “Ji ber tiştên hatin jiyîn ez bi pençeşêra memikan ketim. 17 caran min kemoterapît dît û mehekê jî radyoterapi. Tevî hemû zehmetiyan min serî netewand.”DÎMEN HEYE   *Welatiyên Rihayê ku ji xizmeta şaredariya ku ji 2004’an de ye di destê AKP’ê de ye, ne razî ne diyar kirin ku bi salane dengên xwe dane AKP’ê û gotin wê di vê hilbijartinê de dengên xwe li alî guherînê bi kar bînin. DÎMEN HEYE   * Namzeta hevşaredariyê ya Gimgimê Gulbahar Kaya da zanîn ku gelê Gimgimê her tim xwedî li îradeya xwe derketiye û wiha got: “Gel îradeya xwe wê li alî DEM Partiyê bikar bîne.” DÎMEN HEYE