Xebatên 8’ê Adarê didomin: Wê piştevanî bê mezinkirin 2024-03-03 18:21:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li gelek bajaran xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin, diyar kirin ku dê piştevaniyê mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.   Jinên ku xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade dikin, li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan li dar xistin.   Semsûr   Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çû serdana Semsûrê ku di erdhejên 6’ê Sibatê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû. Jinên ku beriya serdanê li Taxa Karapinar a navendê li qada konteynira KESK’ê hatin gel hev, li vir daxuyanî dan. Endamên Meclisa Jinan ên KESK’ê yên Semsûr û Mêrdînê di daxuyaniyê de cih girtin û pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê em aştî, jiyan û mafên xwe diparêzin” vekirin.   Endama Meclisa Jinan a KESK’a Semsûrê Bîrhat Tîşkaya di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî bi ser erdhejê re salek derbas bûye jî hêj jî pirsgirêkên weke cihê mayînê, tenduristî û perwerdeyê nehatine çareserkirin.Bîrhatê, wiha domand: “Bi milyonan mexdûrên erdhejê bi qedera xwe re rû bi rû hatine hiştin. Bi erdhejê re wêraniyeke mezin a civakî çêbû. Balkêş e ku rayedar li dijî vê rewşê bêdeng in. Weke jinên KESK’î em di vê pêvajoyê de bi gel re bûn û em ê vê piştevaniya xwe bidomînin. Dê têkoşîna me bidome. Em ê di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Keda me, beden û nasnameya me ya me ye û em di vê têkoşînê de biisrar in’ dakevin qadan. Banga me li hemû jinan ew e ku ji bo azadî, wekhevî, heq û edaletê mil bidin milê me.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû. Çalakvan piştre jî çûn serdana jinên li bajarê konteyniran dijîn.   Manîsa   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Manîsayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi tevlibûna Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li navçeya Yunusemre hevdîtin bi jinan re li dar xist. Gelek jin tevli hevdîtinê bûn û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bila tecrîd bi dawî bibe, aştî a niha pêk bê” hatin berzkirin. Gulîstanê anî ziman ku ji bo gelan li kolanan e û ev tişt vegot: “Çendek rojê berê di nava rojekê de 8 jin hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê her roj qirkirina jinan pêk tê. Mafê jinan ê herî sereke, mafê jiyanê tê tunekirin. Em di erefeya hilbijartinên 31’ê Adarê de ne. Ev hilbijartin ne tenê hilbijartinên rêveberiyên xwecihî ne. Di heman demê de îradeya jinan jî dê bêhtir xuyanî bibe.”   ‘Divê em jî têbikoşin’   Bi domdarî Koçyîgît tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kilr: “Girtiyên siyasî li dijî vê tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jin li dijî her cureyên neheqiyan li qadan bûn û dê ji vir û şûnde jî li qadan bin. Heta ku tecrîda tê bidawîkirin jî dê têkoşîna me bidome. Du roj berê dema min doza kompasê ya Kobanê dişopand, Sebahat Tuncel di greva birçîbûnê de bû. Silavên wê ji bo we tevan hebû. Ew ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin. Li derve derfetên me zêdetir hene û divê em jî têbikoşin.”   Mêrsîn   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê bi boneya rojê, bi sernavê “Dîrokçeya jinan û rêveberiyên xwecihî” panelek li dar xist. Panel li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Toroslarê hat lidarxistin û gelek jin tev li bûn. Pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin û dovîzên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî 8’ê Adarê” hatin daliqandin.   Panel, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî namzeta hevşaredariyê ya Akdenîzê Nûriye Arslan axivî. Nuriyeyê destnîşan kir ku, heta îrade û nûnertiya jinan neyê qebûlkirin dê pirsgirêkên civakê çaseser nebin û wiha dirêjî daye: “Pergal herî zêde ji hêza jinan ditirse. Lewma ji ewil êrişî jinan dike. Dema em di hilbijartinê de bi ser ketin dê ewilî mafên xwe bi dest bixin. Dê qadên îstîhdamê ji bo jinan biafirînin, midûriyetên jinan vekikn û paradîgmaya jinê dîsa bixin meriyetê.”   Jinan tundî vegotin   Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Senê ya Hatayê Mutlu Aymaz jî cureyên tundiyê yên li dijî jinan rêz kir û got ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bê mezinkirin. Aymaz anî ziman ku carnan jin di ferqa tundiya lê tê kirin de nînin û divê ew ji jinan re vebêjin. Piştî Aymaz, jinên li eywanê mafê axaftinê girtin û qala cureyên tundiyê yên li ser wan hatine kirin û yên lê bûne şahid vegotin.