Ji Nobeda Edaletê: Rêya çareseriyê Îmrali ye 2024-03-03 14:27:06     AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîda li ser gelê Kurd hatiye destpêkirin di roja 88'an de dewam dike.   Di çarçoveya kampyanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgrêka kurd re çareseriya siyasî" de greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 98'an de dewam dike. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY -DER) de hatiye destpêkirin jî li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Glena (DEM Partî) ya navçeya Rezan a Amedê dewam dike.     Ji dayikên di çalakiyê de Kudret Asalan got, "Rêya çareseriyê Îmrali ye. Heta ku tecrîda li ser Birêz Oalan bi dawî nebe ya li ser gelê Kurd jî bi dawî nabe. Ez bang li hemû dayikan dikim ku piştgiriyê bidin Nobedên Edaletê."   Çalakî bi lîlandin, stran û dirûşma "Heq hikqûq û edalet","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.