'Em bi soza şaredariyeke kolektîf derketin ser rê' 2024-03-03 09:05:19     Rozerin Gultekin   AMED - Namzeta Hevşaredariya Licê Diyar Dilek Ozer da zanîn piştî qeyûm hatiye tayinkirin şûnde tu pirsgirêk li Licê nehatine çareserkirn û wiha got:"Em bi soza şaredariyeke kolektîf derketin ser rê. Em li gor daxwazên gel û bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin."   Ji hilbijartinên 31'ê Adarê re demeke kurt ma. DEM Partî ji bo şaredariyên di navbera 2016 û 2019'an de qeyûm lê hatin tayinkirin paşde bigirin kuçe bi kuçe kolan bi kolan digere û xebatan didomîne. Yek ji cihên ku îradeya gel bi rêya tayinkirina qeyûman hat xestpkirin Şaredariya Licê ye. HDP'ê bi sedî 77 dengî şaredarî girt lê belê qeyûm hat tayinkirin. Namzeta Hevşaredariya Licê Diyar Dilek Ozer  têkildarî têkoşîna dike û projeyên xwe de axivî.    Têkoşîna bi salan    Diyarê li Licê ya Amedê di 1986'an de di nav malbateke welatparêz tê dinê. Dibistana amadehiyê û seretayî li vir diqedîne. Piştre Beşa Fakulteya Edebiyat û Fenê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dixwîne. Di 2014'an de bi awayekî çalak dest bi siyasetê dike. Di destpêkê de di saziya girtiyan de dixebitin. Du salan di MEDTUHAD-FED’ê de rêvebertiyê dike. Di 2023'yan de serokatiya Komeleya Akademiya Jinan a Amedê dike. Her wiha aktivîsta TJA'yê û endama Komeleya Jinan a Rosayê ye. Ew jî bi xwe malbata girtiya ye. Diyarê dibêje ji bo ew bibe dengê zindanan di vî warî de xebat dane meşandin.    'Li Licê nêzîkatiyeke tolgirtinê heye'   Diyarê bi lêv kir ku bi qeyûmên 8 sal in hatine tayinkirin li Licê nêzîkatiyeke tolgirtinê heye û wiha got:"Ji bo ez pêşiyê li texrîbatên qeyûman bigirim ez bûm namzet. Niha civak dorpêç kirine û dixwazin bieciqînin. Bi polîtîkayên îmha, înkar, asîmîlasyonê dixwazin îradeya gel xesp bikin. Gelê kurd xwedî hişmendiyekê ye loma jî bi qeyûman negihaştin armanca xwe loma jî polîtîkayên şerê taybet xistin meriyetê. Armanca me jî ew e ku em bi van polîtîkayana serî derxin. Ji ber li vir dengê zêde diçe ji DEM Partiyê re loma li ser vir bi taybet disekinin."   Wê DEM Partî pirsgirêkên qeyûm bûne sedem çareser bike    Diyarê da zanîn bi tayinkirina qeyûman a 8 salan tu pirsgirêkên mîna av û rê çareser nebûye û got wê DEM Partî pirsgirêkên qeyûm bûne sedem çareser bike. Diyarê da zanîn tiştên em ê ji bo jin û zarokan bikin di rojeva me de ye û wiha pê de çû:"Li Licê kooperatîfeke me ya jinan heye û em ê vêya hîn zêde mezin bikin. Ev jî di nava projeyên me de ne. Saziyên jinan ên hatine girtin em ê ji nû de vekin û qadên ewlehiyê em ê ava bikin. Li ser pêdiviyên civakî em ê projeyên xwe bixin meriyetê. Em ê çalakiyên civakî ji bo civanan li dar bixin."    'Divê têkoşîn hevpar be'   Diyarê da zanîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derê belav bûye û wiha got:"Ji bo tecrîd têk biçe jî em ê xebatên xwe bikin. Ji bo em bibin dengên dayikên Nobetên Edaletê hem jî ji bo têkoşîn mezin bibe xebat didomin. Divê têkoşîn hevpar be. Tecrîd niha bandorê li ser hemû civakê dike."   'Divê gotinên gel esas bê girtin'   Diyarê bi lêv kir ku divê şaredariyên gotinên gel esas digirin di meriyetê de bin û wiha got:"Em bi soza şaredariyeke kolektîf derketin ser rê. Em li gor daxwazên gel û bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin. Divê gotinên gel esas bê girtin. Perspektîfa partiya ya rêveberina herêmî heye. Gel me hildibijêre loma jî divê em bi vê hişmendiyê tev bigerin."