Girtî Sabîte Ekîncî: Wêrekiya jinan paşerojê ronî dike 2024-03-03 09:04:34     ENQERE - Hevşaredara Gimgimê ya berê Sabîte Ekîncî ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya ku lê dîl tê girtin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyam şand, diyar kir ku wêrekiya jinan pêşerojê ronî dike.   Hevşaredara berê ya navçeya Gimgima Mûşê Sabîte Ekîncî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  peyamek şand.   Peyama ku şandî wiha ye;    “Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku yek ji girîngtirîn destkeftiyên têkoşîna ked û azadiyê ye ku jinan bi berdêla canê xwe bi dest xistiye, min dixwast bi tilîlî û dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz bikim.    8'ê Adarê, yek ji rojên herî girîng ên têkoşîn û serkeftina we ya di têkoşîna afirandina civakeke demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê de ye. Li dijî êrişên destkeftiyan têkoşîna jinan, li dijî têkoşîna me ya siyasetê, rêveberî û xwedî îrade, tayînkirina qeyûman, em bi têkoşîna xwe ya bi wêrekî seknekî nîşan didin.    Qêrîna me ya bi wêrekî, li hemberî nebaşiyên organîzekirî dê pêşeroja me ronî bike. Em di nav hêviyê de ne ku em ê bi jinên ku li dijî astengiyan, jinên ku li qadan cih digirin, govendê digerînin û dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz dikin, bên cem hev."