ROJEVA 03'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-03 09:00:20     * Piştî fermana 74’an, jinên êzidî dev ji qadên têkoşînê bernedan. Ji aliyek pêşengtiya civaka xwe kirin û ji aliyek li dijî qirkirina jinê li ber xwe dan. Jinên êzidî bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê hilînin tola 74 fermanan” dê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. (DOSYA) BI DÎMEN    *Jinên Bazîdê, anî ziman ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û gotin: “Em dixwazin partiya me bajarê me rêve bibe. Em dixwazin li ser çand û ziman xebat bên kirin. Hêviya ciwanan DEM Partiyê ye.” BI DÎMEN    *Namzeta Hevşaredariya DEM Partî ya Malazgîrê Gulistan Ozel, diyar kir ku wê ji bo îfadekirina serpêhatiyên jin û gelên wan rojnamegerî hilbijart û niha jî weke hevserokatiyê wê bixebite ku jin bibe xwedî bi gotin. BI DÎMEN    *Hevşaredara Gimgimê ya berê Sabîte Ekîncî ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya ku lê dîl tê girtin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyam şand, diyar kir ku wêrekiya jinan pêşerojê ronî dike.   *Demek hindik ji 8'ê Adarê re man. Jin bi zehmetiyên curbecur vê rojê pêşwazî dikin. Jinên li herêma erdhejê jî bi zehmetiyeke mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jina penaber Hatice Hacioglan, bi gotinên "Ez ji Sûriyeyê ji mirinê reviyam lê belê li vir mirinê bi qirika min girt" rewşa erdhejzedeyan pênase kir. Haticeyê bi serjimara xwe ya 18 kesî ji ewlehî û paqijiyê dûr di konteynirê de hewl dide li ser piyan bimîne.  BI DÎMEN    * Sebahat Tûncel a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya ku lê girtî ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyam da û diyar kir ku derketina ji vê tarîtiyê gengaz e û got: "Ev têkoşîn û berxwedana ku hêviyê zindî dike, îradeya avakirina siberojê nîşan dide û dem dema avakirina jiyaneke nû ye."   *Namzeta Hevşaredariya Licê Diyar Dilek Ozer da zanîn piştî qeyûm hatiye tayinkirin şûnde tu pirsgirêk li Licê nehatine çareserkirn û wiha got:"Em bi soza şaredariyeke kolektîf derketin ser rê. Em li gor daxwazên gel û bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin." BI DÎMEN   *Jinên li Îzmîrê amadekariya 8'ê Adarê dikin banga xebata hevpar kirin û gotin:"Em di 8'ê Adarê de bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em ne mehkûmê îktidara dijminê jinê ye. "  BI DÎMEN