Nobeda li Amedê 87 roj in didome 2024-03-02 15:37:36       AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê 87 roj in bi serdanan didome. Di nobeda îro de peyama domandina çalakiyan hat dayîn û wiha hat gotin: "Heta bi dawî kirina tecrîdê dê li ber xwe bidin."    Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.  Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 87'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.   Çalakî îro jî bi serdanan berdewam kir. Di nobedê de Fatma Akçan, axivî û bal kişand ser rakirina tecrîdê û got: "Em li dijî tecrîdê li vir in, em ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de nin li vir in. Em ê heta dawiyê û heta tecrîd bê bidawî kirin li vir çalakiyên xwe bidomînin."    Çalakî bi dirûşma "Heq, hiqûq, edalet" û “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.