Li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya Xizmên Windayan 2024-03-02 14:55:45       NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayên xwe pirsîn û daxwaza pêk anîna edaletê kirin.    Li Amed, Êlih û Colemêrgê Xizmên Windayan çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û banga pêkanîna edaletê kirin.    Amed    Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 786’emîn de berdewam kir. Di çalakiya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê hate lidarxistin de pankarta ku wêneyên windayan li ser bû hate vekirin û wêneyên windakiriyan hate hilgirtin.    Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û Parlamenter Adalet Kaya jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê sibata 1994’an de li Stenbolê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.    Beriya daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî û diyar kir ku dema mesele kurd bin helwest dibe windakirin û kuştin û wiha got: “Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.”   Pişt re çîroka Cuneyt ji aliyê endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin û destnîşan kir ku çend sal derbas bibin bila derbas bin, dê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû windayan bernedin.    Dû re deqîqeyekê çalakiya rûniştinê hate kirin.    Êlih    Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 622’yemîn a çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistan kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hate vekirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, endamên TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, DBP, DEM Partî, OHD, Baroya Êlihê û malbatên windakiriyan tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kursep ê di 24’ê adara 1994’an de piştî li Êlihê hate revandin careke din agahî jê nehate girtin hate pirsîn.    Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî anî ziman ku heta encamê bigirin dê çalakiya xwe bidomînin.     Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.     Colemêrg    Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 112'yan de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Rêveberên DEM Partiyê, Rêvebirên Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Geverê, endamên Platforma Şaxa KESK'ê ya Colemêrgê, OHD, Dayikên Aştiyê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hamza Tutan ê 39 sal berê di 8'ê Mijdara 1985'an de hat binçavkirin û qetilkirin hatin pirsîn.   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.