Li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê pêşangeha wêneyan 2024-03-02 14:03:37       NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwekarên kantona Firatê bi boneya 8’ê Adarê pêşengeheke wêneyan li goristana Şehîd Dîcle vekir. Şêwekaran diyar kirin ku di her tabloyekê de giyan û tabloyên wan dibin yek.   Bi wesîleya 8’ê Adarê îro li kantona Firatê li goristana Şehîd Dîcle pêşangehek hat vekirin. Kesê ku di pêşangehê de amade bûn tevahî bi cil û bergên xwe yê gelêrî û çandî amade bûn. Di pêşengehê de bi dehan tabloyên girêdayî şehîdan, xatirxwestina dawî û name hatibûn neqişandin.    Pêşengeha ku hat vekirin eleqeyeke mezin dibîne.